Ocalan hişyarî da: Divê hikûmet bi benzînê nêzîkî agir nebe

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hikûmeta Tirkiyeyê bi gurkirina şerê li deverên di bin kontrola HSDyê de tohmetbar kir û got, “Kurd bi hêrs in, divê hikûmet bi benzînê nêzîkî agir nebe.”

Êrişên Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û deverên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, li Tirkiyeyê tansiyona siyasî bilind kir.

Parlamenterên DEM Partiyê di rûniştina parlamentoya Tirkiyeyê de, Enqere bi gurkirina agirê şer û aloziyên li Sûriyeyê tohmetbar kir û hişyarî dan.

"Kurd hêrs in"

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser metirsiya li ser Kurdan û got:

“Ev hêzên ku wekî HTŞ û DAIŞê tên pênasekirin dixwazin li Helebê Kurdan qir bikin.

Binêrin Kurd bi hêrs in. Hişmendiyeke Kurdan çêdibe. Êdî Kurdên 4 aliyan bi hev re dimeşin.

Divê êdî berpirsên hikûmetê bi benzînê nêzîkî vî agir nebin. Zerera vê ji bo her kesî heye.

Niha Heleb dişewite lê di rojên pêş de nediyar e ka dê kû der bişewite.

Divê demildest van lîstikên metirsîdar rawestînin û aştiya mezin a Kurd û Tirkan li vî welatî ava bikin.”

"Hûn wan wekî kurê jinbavê dibînin"

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî berê xwe da rêzên AK Partiyê û rexne li polîtîkaya hikûmeta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê girtin.

Sezgîn Tanrikulu bi dengekî bilind ji hikûmet xwest ku helwesta xwe ya derbarê Kurdan biguhere û wiha axivî:

“Hûn welatiyên me yên li wê derê (li Sûriyeyê), wate birayên welatiyên me yên Kurd wekî birayên heq nabînin û wekî kurê jinbavê dibînin.

Ji ber wê îro piştevaniya van polîtîkayan dikin.”

Li sînorê Yayladagiyê xwenîşandan

Li ber Deriyê Sînorî yê Yayladagiyê yê Hatayê yê li gel Sûriyeyê jî bi pêşengiya DEM Partî û rêxistinên civaka sivîl xwenîşandeneke berfireh hat lidarxistin.

Kesên beşdar bi dirûşman piştevaniya xwe ji bo Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê anî zimên.

 Her wiha banga rawestandina êrişên li dijî Kurdan û navçeyên HSDyê kirin.

"Li hemberî qirkirina Kurdan bê deng man"

Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir li vir axivî û bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û got:

“Li Tirkiyeyê pêvajoyek hebû. Kesên dijberiya vê pêvajoyê dikirin li Helebê piştevaniya HTŞyê kir.

Kesên dijberiya pêvajoyê dikirin li Helebê li hemberî qirkirina Kurdan bêdeng man. Dest ji vê polîtîkayê berdin.

Hûn dibêjin em li vê derê aştiyê bikin lê li aliyê din kîlometreyekê dûr li ser gelê Kurd, Elewî, Durzî û Suryaniyan komkujiyê pêk bînin û piştevaniya DAIŞ û HTŞyê bikin.

Îro polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê bûye navenda operasyonê.”

Heta niha ne diyar e ka şer û aloziyên nû yên li Sûriyeyê dê careke din dawiyê li "pêvajoya çareseriyê" bînin an na.

Lê tişta tekez ew e ku her guleyeke li aliyê din ê sînor li beramberî Rojavayê Kurdistanê û HSDyê tê teqandin, li aliyê beramber hêviyên Kurdan ên bi aştiyê kêmtir û dilgiraniyê zêdetir dike.