Orşelîm.. Malbateke kurd û merasîma Şebatê
Orşelîm (Rûdaw)- Malbateke kurd li Îsraîlê tîma Rûdawê vexwand ku ligel wan bin di dema merasîma Şebatê de û Rûdaw ew merasîm ji wan re bi awayekî zindî şopand.
Di ola cihuyan de, Şebat ew dem ku divê kesên bawarmend bêhnvedanê bikin û ti karî nekin, herwiha agir vê nexin.
Ew malbat dibêje, ev demeke ku ew li hêvî bûn ku televîzyoneke kurdî serdana wan bike û vê cejna wan bişopîne.