Bellingcat: Êrişa li bajarê Mînabê bi mûşeka Tomahawk a Amerîkayê hatiye kirin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bellingcat Trevor Ball Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina lêkolînên meydanî Bellingcatê diyar kir ku êrişa li bajarê Mînabê bi mûşeka Tomahawk a Amerîkayê hatiye kirin.

Bellingatê hûrgiliyên nû yên êrişa mûşekî ya li ser bajarê Mînabê ya Îranê ji Rûdawê re eşkere kirin.

Rêxistinê diyar kir ku mûşeka ku hatuye bikaranîn ji cureya "Tomahawk" a Amerîkayê ye û êrişê "gelek armancên leşkerî yên hûr" bi awayekî serkeftî kirine armanc.

8ê Adarê, êrişeke mûşekî bajarê Mînabê yê Îranê hejand. Bellingcatê bi rêya bikaranîna teknîkên lêkolîna jêderên vekirî (OSINT) û wêneyên satelîtê, bersiva gumanên li ser nasnameya mûşekê û zererên êrişê da.

Tomahawk an Ebû Mehdî?

Lêkolînerê Bellingcatê Trevor Ball ji bo diyarkirina nasnameya çekê, berawirdkirineke hûrgilî ya teknîkî di navbera mûşeka "Tomahawk" a Amerîkayê û mûşeka "Ebû Mehdî" ya Îranî de kir û got:

Motorê mûşekê: Di mûşekên Îranî de motor li derveyî laşê mûşekê ye û wekî "stûnekê" di binê wê de xuya dike. Di wê mûşeka ku Mînab pê hatiye bombebarankirin, motor li hundirê laşê wê ye.

Dîzayna laş: Ew mûşeka ku di vîdeoya êrişê de xuya dike laşekî wê yê tam lûleyê we ya rast heye.

Ev taybetmendiya nifşê çaremîn ê mûşekên Tomahawkê ye ku piştî sala 2004an tê bikaranîn.

Lêkolerê Bellingcatê Trevor Ball li ser bombebarankirina dibistaneke keçan a li wî bajarî jî got:

 "Me piştrast kir ku êriş li nêzîkî dibistanê bûye lê mûşek li avahiyeke li tenişta dibistanê ketiye."

Lêkolerê Bellingcatê Trevor Ball diyar dike ku di kêliya gihîştina mûşekê de, dibistan di nav çarçoveya wêne de nîne.

"Êriş bi çend çekan hatiye kirin"

Bellingcatê bi rêya wêneyên satelîtê tespît kir ku berî gihîştina mûşeka Tomahawkê, dûman li herêmê hatiye dîtin.

Ev jî belgeyek e ku berî wê êrişê, êrişeke din li ser heman cihî hatiye kirin.

Lêkoler Bellingcatê Trevor Ball di berdewamiyê jî de got, "Ew zererên ku di wêneyan de xuya dikin, bi tenê bi mûşekekê çênabin.

Gelek avahî li wê herêmê bi awayekî hûr hatine armanckirin. Ev nîşana wê yekê ye ku li gel mûşeka Tomahawkê, çend cureyên din ên çekên din jî ji bo lêdana armancên serbazî di wê êrişê de hatine bikaranîn."

Çewtiyeke teknîkî yan êrişeke plankirî?

Lêkolerê Bellingcatê ew gumanên ku dibêjin "mûşekeke Îranî bi xeletî ketiye xwarê" red kirin.

Lêkolerê Bellingcatê Trevor Ball her wiha got, “Ti belgeyek nîne ku piştgiriyê bide wan îdiayan.

Berevajî vê, şêweyê mûşekê û hûrbûna lêdanê nîşan didin ku ev êrişeke derveyî û plankirî ye."

Bellingcat tekez dike ku lêkolînên wan ên li ser bûyerê berdewam dikin û ew li benda gihîştina belgeyên zêdetir in da ku hemû cureyên çekên di wê êrişê de hatine bikaranîn, bi awayekî teqez diyar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst