Konferansa Aştiyê ya Efxanistanê li Stenbolê tê sazkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku konferansa taybet bi aştiya Efxanistanê bi beşdariya nûnerên hikûmeta Efxanistanê û nûner û serkirdeyên Tevgera Talîbanê roja 24ê Nîsanê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê tê sazkirin.
Konferans bo dema 10 rojan, wate ji 24ê Nîsanê heya 5ê Gulanê berdewam dibe.
Li gor daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, herdu welatên Tirkiye û Qeter beşdarî konferansê dibin û Neteweyên Yekbûyî serpereştiya konferans û civînên nûnerên Efxanistan û Talîbanê dike.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric dibêje: “Konferans konferanseke berfireh dibe di asta bilind de, Tirkiye wek mazûvanê konferansê beşdar dibe, herwiha Qeter jî ku berê mazûvaniya civînên Talîban û Efxanistanî kiriye tevlî konferansê dibe û Neteweyên Yekbûyî jî serpereştiya civînên navbera nûnerên hikûmet û Talîbanê dike.”
Stephane Dujarric diyar kir, armanc aramiya Efxanistanê ye daku danûstandinên navbera Talîban û Efxanistanê bigihin encamekê.
Dujarric got: “Armanca konferansa Stenbolê bo aştiya Efxanistanê temamkirina karên danûstandinên Dohayê ye bo bidestxistina aramiya siyasî.”
Dema ragihandina konferansê jî hevdem e ligel ragihandina vekişîna serbazên Amerîkayê ji Efxanistanê ku biryar e berî 11ê Îlona îsal vekişin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, hemû aliyên beşdar di konferansê de pêbendê piştevanîkirina li serwerî, serbixweyî û yekîtiya axa Efxanistanê ne.