Hewlêr (Rûdaw) - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê li ser gera duyem a dan û standinên rûbirû gotûbêjan dikin.
Armanc gihîştina rêkeftineke dawî ye ji bo rawestandina şerê şeş hefteyên borî berî ku dema agirbesta demkî biqede.
Du berpirsên Amerîkî û dîplomatekî welatên navbeynkar ji ajansa APyê re ragihand ku Washington û Tehran li ser destpêkirina gera duyem a gotûbêjan li hev kiriye.
Her çend hîn biryara dawî li ser cihê civînê nehatiye dayîn jî, bajarê Îslamabadê yê Pakistanê û Cenevreya Swîsreyê wekî du bijardeyên sereke tên nîqaşkirin.
Çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku eger heye roja pêncşemê 16ê Nîsana 2026an gotûbêj dest pê bikin.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance di hevpeyvîneke nû de li gel kanala Fox Newsê ragihand ku di gotûbêjên Îslamabadê de "bipêşketineke baş" li ser pirsa atomî pêk hatiye.
Vance eşkere kir ku Amerîka li ser veguhastina kerekestên atomî bo derveyî Îranê û danîna mekanîzmayekê ji bo rêgirtina li dewlemendkirina uranyumê di paşerojê de bi biryar e.
Vance di berdewamiyê de got, "Îranî ber bi mercên me ve livîn lê nûnerên wan nekarîn rêkeftinê mohr bikin çimkî pêdiviya wan bi razîbûna serkirdayetiya Tehranê hebû."
Alîkarê Serokê Amerîkayê her wiha anî zimên ku Trump dixwaze bi Îranê re wekî "welatekî asayî û xwedî aboriyeke asayî" miamale were kirin lê niha gog di qada Îranê de ye.
Berpirsên Pakistanê ragihandin ku wan pêşniyara mazûvaniya gera duyem a gotûbêjan kiriye berî ku maweya agirbestê biqede.
Berpirsekî Pakistanî got, "Gera ewil tenê destpêka pêvajoyeke dîplomatîk a berdewam bû, ne tenê hewleke yekcarî."
Welatên herêmê jî niha li gel Washingtonê di nav dan û standinan de ne ji bo dirêjkirina agirbesta 14 rojî.
Di demekê de ku dengoyên dan û standinan germ in, Koşka Spî hîn zimanê gefê bi kar tîne.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê got, "Serok Trump û Alîkarê Serok JD Vance xetên sor ên Amerîkayê bi zelalî diyar kirine.
Bêhêvîbûna Îraniyan a ji bo gihîştina rêkeftineê tenê piştî wê yekê zêde bû ku Serok Trump dorpêçeke deryayî ya gelekî bi bandor li ser benderên wan sepand."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse