Neteweyên Yekbûyî: Mafê ti welatan nîne Tengava Hurmizê bigire
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Rêxistina Deryayî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku mafê yasayî yê ti welatan nîne ku rê li ber çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê bigire.
Ew herwiha diyar dike ku wergirtina "bacê" ya ji keştiyan ji aliyê Îranê ve kiryareke metirsîdar e.
Li gorî wî ev pêngav binpêkirina yasayên navneteweyî ye.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Deryayî ya Navneteweyî (IMO) Arsenio Dominguez doh konfêranseke rojnamegerî li dar xist.
Arsenio Dominguez got, "Li gorî yasayên navneteweyî, mafê ti welatan nîne ku rê li ber derbasbûna azadiya geşta deryayî bigire.
Ev yek ji bo wan tengavên navneteweyî derbas dibe ku ji bo transîta cîhanî tên bikaranîn."
"Wergirtina pereyan kiryareke metirsîdar e"
Komara Îslamî ya Îranê piştî şerê bi Îsraîl û Amerîkayê re, Tengava Hurmizê girt.
Sekreterê Rêxistina Deryayî amaje bi girtina tengavê kir.
Wî da zanîn ku wergirtina pereyan a ji keştiyan ji aliyê Îranê ve li beramberî rêpêdana derbasbûna wan, kiryareke metirsîdar e.
Dominguez destnîşan kir ku ev pêngav "li dijî yasaya deryayan û yasayên kevneşopî ye."
"Dorpêçên Amerîkayê rewşê hêsantir nakin"
Dominguez derbarê biryara Amerîkayê ya ji bo sepandina dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê jî axivî.
Wî li ser vê mijarê got, "Ev yek rewşê hêsantir nake. Kêmkirina aloziyan tekane rê ye da ku alîkariya me bike.
Bi vê rêyê em dikarin krîzê çareser bikin û çûn û hatina keştiyan asayî bikin."
"Dorpêçeke din guhertineke wisa çênake"
Sekreterê Giştî yê rêxistinê herwiha pêşbînî kir ku dorpêça nû ya Amerîkayê dê bandoreke gelekî mezin li ser qebareya çûn û hatina deryayî neke.
Wî sedema vê yekê jî bi rewşa şer ve girê da ku ji ber şer, niha jî gelekî kêm keştî dikarin di wê herêmê re derbas bibin.
Dominguez anî zimên ku rewş gihiştiye astekê ku "dorpêçeke din guhertineke wisa çênake."