Hewlêr (Rûdaw) - Kargeha çîmentoyê ya Fransayê Lafarge, di dema şerê Sûriyeyê de bi fînansekirina rêxistinên cîhadî yên wekî DAIŞ û El Nusrayê sûcdar hat dîtin.
Dadgehê 1,3 milyon euro cezayê pereyan da kompanyayê.
Dadgehekê li Fransayê biryar da ku kompanya çîmentoyê Lafargeyê, ji bo ku karibe li kargeha xwe ya li Sûriyeyê hilberînê bidomîne, bac daye DAIŞ û rêxistinên din ên cîhadî û ji ber vê yekê tawanbar e.
Dadgeha Parîsê tespît kir ku Lafargeyê ji bo kargeha xwe ya li Kobaniyê di navbera salên 2013 û 2014an de, bi rêya şaxa xwe ya bi navê Lafarge Cement Syria (LCS), nêzîkî 5,6 milyon euro pere dane komên cîhadî û navbeynkaran.
Dadgehê li gel Lafargeyê, 8 karmendên wê yên berê jî bi tawana "fînansekirina rêxistinên terorê" sûcdar dîtin.
Dadgehê li gorî daxwaza dozgeriyê, 1,3 milyon euro cezayê pereyan li Lafargeyê birî.
Birêvebirê Giştî yê berê Bruno Lafont ê ku digot "agahiya min ji dayîna pereyan nîne", bi 6 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.
"Rê li ber fînansekirina çalakiyên li Ewropayê hat vekirin"
Seroka Dadgehê Isabelle Prevost-Desprezê got, "Fînansekirina rêxistinên terorê û bi taybetî DAIŞê bi vî awayî, hişt ku ew rêxistin dest deyne ser çavkaniyên xwezayî yên Sûriyeyê.
Bi vî rengî wan karî çalakiyên li herêmê û yên li derveyî welat, bi taybetî çalakiyên li Ewropayê hatibûn plankirin fînanse bikin."
Prevost-Desprez her wiha anî zimên ku kompanyayê li gel DAIŞê "şirîkatiyeke rasteqîn a bazirganiyê" ava kiriye.
Di êrişên DAIŞê yên Çiriya Paşîn a 2015an de li Parîsê, 130 kesan canê xwe ji dest dabû û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.
Xizmên qurbaniyên wan êrişan di dozê de wekî gilîdar cih girtin.
Ev biryar, piştî doza li Amerîkayê ya sala 2022an, doza duyemîn e ku Lafarge tê de sûcdar tê dîtin.
Di wê doza li Amerîkayê de, kompanyaya Fransayî bi tawana "piştgiriya madî ji bo rêxistinên terorê" qebûl kiribû û 778 milyon dolar cezayê pereyan dabû.
Têkiliya yekem li Dîlokê pêk hatibû
Lafargeyê di sala 2010an de li navçeya Çelebiyê ya Kobaniyê kargeha xwe ya ku 680 milyon dolar hilberîn lê kiribû, temam kir.
Piştî destpêkirina şerê navxweyî di adara 2011an de, DAIŞê di sala 2014an de gelek deverên Sûriyeyê û Îraqê xistin bin kontrola xwe.
Dema ku gelek kompanyayên navneteweyî di sala 2012an de ji Sûriyeyê derketin, Lafargeyê tenê karmendên xwe yên biyanî veguhestin.
DAIŞê di sala 2014an de dest danî ser kargehê.
Rojnameyên Fransayê Le Monde û Le Canard Enchainé di sala 2017an de eşkere kiribûn ku ji bo kargeh hilberînê bidomîne, kompanyayê di navbera salên 2012-2014an de bac daye rêxistinên wekî DAIŞ û El Nusrayê.
Li gorî nûçeyan, têkiliya yekem a di navbera birêvebirên kargehê û rêxistinên cîhadî de, Îlona 2012an bi civîneke nehênî li Dîloka Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye.
Birêvebirên kargehê di îfadeyên xwe de diyar kiriye ku kesên di destpêkê de hevdîtin bi wan re kirine "bi agahdariya Amerîka û bi piştgiriya Qeter û Erebistana Siûdî" bûye.
Her wiha îfade nîşan didin ku navenda kompanyayê ya li Parîsê, hikûmeta Fransa û Wezareta Karên Derve ya Fransayê ji bo berdewamiya karê Lafargeyê li Sûriyeyê razîbûn nîşan dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse