Mezlûm Ebdî: Dibe ku herim Tirkiyeyê û bi Ocalan re bicivim
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand ku amadehî ji bo ziyareta Tirkiyeyê tê kirin û dibe ku ew bi Abdullah Ocalan re bicivin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji malpera Al Monitorê re axivî.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku ji bo ziyareta Tirkiyeyê amadehî tê kirin û dibe ku di demeke nêzîk de bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk were.
“Karê me yê sereke peymana bi Şamê re ye"
Mezlûm Ebdî li ser pêvajoya tevlîbûna bi Şamê re agahî dan.
Wî destnîşan kir ku niha karê wan ê herî sereke ew e ku bi Şamê re peymanekê bikin.
Mezlûm Ebdî xwest ku saziyên Birêvebiriya Xweser û hêzên leşkerî bikevin nav saziyên dewleta Sûriyeyê.
Lê wî tekez kir ku divê taybetmendiya herêmên Kurdan were parastin.
50 hezar karmend dê meaşên xwe ji Şamê bistînin
Fermandarê HSDyê li ser hêzên navxweyî jî axivî û wî got ku li ser 15 hezar endamên Asayîşê peyman çêbûye da ku ew li herêmên xwe bimînin.
Ew dê li herêmên xwe bimînin û dê bibin beşek ji saziyên dewletê.
Bi gotina Mezlûm Ebdî her wiha nêzîkî 50 hezar karmendên Birêvebiriya Xweser dê li ser karên xwe bimînin.
Karmend dê meaşên xwe ji wezaretên Sûriyeyê bistînin.
"Dê herêmên Kurdan ji aliyê xelkê xwe ve werin birêvebirin"
Mezlûm Ebdî diyar kir ku divê herêmên Kurdan ji aliyê xelkê xwe ve werin birêvebirin.
Bajarên ku pêkhateyên cuda tê de dijîn dê bi rêya peymana hemû pêkhateyan werin birêvebirin.
Mezlûm Ebdî, bajarên wekî Hisîça, Kobanî, Efrîn, Şehba û Taxa Şêx Meqsûd a Helebê wekî mînak nîşan dan.
4 lîwayên HSDyê tevlî artêşê dibin
Fermandarê HSDyê qala mijara leşkerî jî kir.
Li gorî planê, dê 4 lîwayên HSDyê bikevin nav artêşa Sûriyeyê lê dê fermandariya wan di destê fermandarên wan ên niha de be.
HSD dê wekî hêz bimîne heta ku pêvajoya tevlîbûnê bi temamî bi dawî dibe.
Gotûbêjên li ser perwerdeya bi Kurdî didomin
Mezlûm Ebdî li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî jî daxuyanî dan.
Wî da zanîn ku Şamê qebûl kiriye ku dîplomayên xwendekarên Birêvebiriya Xweser nas bike.
Niha jî dan û standinên li ser fermîkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî didomin.
Dê dahata petrolê were parvekirin
Mezlûm Ebdî li ser mijarên aborî û petrolê jî axivî.
Wî destnîşan kir ku qadên petrolê milkê dewleta Sûriyeyê ne lê dan û standinên li ser parvekirina dahata wan didomin.
Niha beşek ji hêzan meaşên xwe ji Şamê digirin.
Yên din jî bi rêya dahata bac û petrolê ya herêmê tên fînansekirin.
Deriyê Nisêbînê dê di demeke nêzîk de vebe
Mezlûm Ebdî qala Deriyê Sînorî yê Nisêbînê yê di navbera Qamişloyê û Bakurê Kurdistanê de kir û got:
“Li ser vekirina derî peyman çêbûye. Lê ji ber aloziyeke li Hisîçayê vekirina wî hinekî bi paş ve ket. Ew dê di demeke nêzîk de dîsa vebe."
Li hêla din, Mezlûm Ebdî qala têkiliya bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer re kir.
Wî diyar kir ku têkiliya wan a bi Ehmed Şer re li ser serkeftina pêvajoyê ye û dibe ku di paşerojê de Ehmed Şer herêmên Birêvebiriya Xweser ziayret bike.
Şam ji bo YPJyê çi pêşniyar dike?
Fermandarê Giştî yê HSDyê li ser çarenivîsa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî axivî û got:
"Şam pêşniyar dike ku şervanên jin bibin polîs. Ji ber ku di qanûnên artêşê de cihê jinên şervan nîne.
Dan û standinên li ser vê yekê hîn didomin."
Mezlûm Ebdî qala rewşa girtiyan jî kir û wî li ser vê mijarê eşkere kir ku heta niha Şamê 900 girtî berdane û HSDyê jî 500 girtî berdan.
Bersiva ji bo Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê li ser Kurdan hinek gotin kiribûn.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku agahiyên xelet dane Trump û got, “Em ne kirêgirtî ne. Alîkariya Amerîkayê tenê ji bo şerê li dijî DAIŞê bû."