Bloka nû ya leşkerî: Pakistanê bangî Tirkiyeyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Pakistanê li ser beşdariya wan a di "peymana stratejîk a parastina hevbeş" de peyameke girîng ji Tirkiyeyê û Qeterê re şand.

Li gorî peymanê her êrişa li aliyekî, wekî êrişa li aliyên din were dîtin.

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaja Muhammad Asif ragihand ku welatê wî beşdariya Tirkiye û Qeterê ya di wê peymana parastinê de dixwaze ku di navbera Parastin û Erebistana Siûdî de hatiye îmzekirin.

Khawaja Muhammad Asif anî ziman:

"Ev dê bibe sedema avabûna pergaleke nû ya li herêmê ku girêdan piştê ya hêzên derve daxîne asta herî kêm."

Armanc ewlehiya hevbeş e

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê destnîşan kir ku ev hevpeymanî ne li dijî ti aliyan e û li pey çû:

"Armanca wê parastina aştiya herêmî û bihêzkirina ewlehiya bikom e di navbera wan dewletên ku wekî hev difikirin."

Hebûna hevpeymaniyeke parastinê ya bi vî rengî, li gorî nêrîna dîplomatîk a Tirkiyeyê ye ku wekî "xwedîlêderketina herêmî" tê naskirin.

Armanca vê dîtinê çareserkirina pirsgirêkên herêmî ya bi destê welatên herêmê ye.

Ji bo vê mebestê Tirkiyeyê bereya Enqere-Riyad-Îslamabad-Qahîreyê pêk aniye û heta niha li ser asta wezîrên karên derve 3 civîn kirine.

Blokeke nû ya jeopolîtîk

Îhtimala tevlîbûna Tirkiyeyê ya peymana parastina hevbeş a Îslamabad û Riyadê dê çend rehendên nû yên cîhanî û herêmî bi xwe re bîne.

Ev berfirehbûn dê bibe sedema derketina qutbeke leşkerî û siyasî yê nû li Rojhilata Navîn û başûrê Asyayê.

Ev yek dê pêgeha hêz û bandora stratejîk a Tirkiyeyê wekî dewleteke sereke di vê xetê de bihêztir bike û wekî avabûna blokeke nû ya jeopolîtîk tê dîtin.

Armanca sereke ya hevpeymaniyê, parastina aramiyê û bipêşxistina parastina bikom e li dijî gefên derve.

Ev yek jî ewlehiya hevbeş a welatên endam li hemberî aloziyan garantî dike.

Tirkiye li pey alternatîfan e

Ev gav wekî guhertinekê ya di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de tê dîtin.

Di demekê de ku Enqere endameke sereke ya NATOyê ye, di heman demê de li pey bijardeyên alternatîf û hevpeymaniyên nû yên leşkerî digere ku serbixwebûna biryarên xwe yên siyasî bihêz bike.

Çavkaniyên nûçeyan eşkere dikin ku dan û standinên bi Tirkiyeyê re ji destpêka îsal ve gihîştine qonaxeke bipêşketî lê heta niha Tirkiye bi fermî neçûye nav hevpeymaniyê.

Pisporên leşkerî di wê baweriyê de ne ku girêdana hêza leşkerî ya Tirkiyeyê bi sermayeya darayî ya Erebistana Siûdî û giraniya atomî û mirovî ya Pakistanê re, dikare bloka herî mezin a leşkerî ya derveyî NATOyê li herêmê ava bike.

Çavdêrên siyasî vê gavê wekî guhertineke mezin a di hevsengiya hêzê ya li herêmê de dibînin, bi taybetî jî di warên aborî û pîşesaziya parastinê de.

Peymana Pakistan û Erebistana Siûdî ku 17ê Îlona 2025an hatiye îmzekirin, xaleke wê ya dişibe xala pêncem a NATOyê heye.

Di wê xalê de tê gotin, "Her êrişa li yek ji welatên endam, wekî êrişa li welatên din ên nav peymanê tê hesibandin."