Deriyekî sînorî yê di navbera Îraq û Sûriyeyê de hat vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê Sînorî yê Elbûkemalê yê di navbera Sûriye û Îraqê de ji nû ve hat vekirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) Deriyê Sînorî yê Elbûkemalê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed cara yekem hem ji bo derbasbûna rêwiyan hem jî ji bo bazirganiyê dest bi xebatê kir.
Deriyê Sînorî yê Elbûkemalê li parêzgeha Dêrezorê ya di bin îdareya Rêveberiya Xweser de ye û li aliyê Îraqê dibe Deriyê Sînorî yê Qaîmê ku dikeve nava sînorê parêzgeha Enbarê.
Derî yek ji xalên derbasbûna herî girîng e ku girêdana bejahî di navbera Şam û Bexdayê de pêk tîne.