Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyenê Kurd Dr. Mehmûd Ebbas li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyê , ku gotibû Amerîka û hevkarên xwe yên herêmî dixwazin li rojhilatê Firatê nîvdewleteke Kurdî ava bikin û bigihînin Başûrê Kurdistanê, ragihand ku ger ev mijar bikeve navbera Rûsya û Amerîkayê, Rûsya dê ne li dij be.
Herêma rojhilatê Firatê û çarenivîsa wê bi germî ketiye rojeva aliyên navdewletî û navherêmî yên pêwendîdar û xwedî bandor di nav kirîza Sûriyeyê de.
Her yek ji Amerîka, Rûsya û Tirkiyê helwest, nêrîn, tirs, şik û gumanên xwe nîşan dide û hewl dide ku projeya xwe li wir pêk bîne yan jî herî kêm projeya hevrikê xwe têk bide.
Sergey Lavrov, wezîrê derve yê Rûsyayê, di daxuyaniyekê de, Amerîka û hevalbendên wê yên xwecihî li Rojhilatê Firatê bi wê yekê tohmetbar kirin ku kar ji bo damezirandina nîvçe-dewletekê dikin.
Lavrov her wiha got ku dibe ku livên Amerîkayê tenê di çarçoveya sînorên Sûriyê de nemînin, lê belê bigihin Iraqê jî û projeya Kurdistana mezin careke din were aktîvkirin.
Di derbarê van daxuyaniyên Lavrov de Dr. Mehmûd Ebbas, şîrovekarê siyayî yê kurd ku li Amerîkayê dimîne, di dema beşdarbûna xwe ya di bernameya “Çavê Sêyem” a Rdyoya Rûdawê de, wiha axivî:
“Taybet Rûsya, ger tiştekî halo hebe, di hundirê xwe de li gor stratejiya xwe di warê Kurdî dê nede jiyîn. Welew nameyek şandiye, Lavrov vê şitexeliyê dibêje, dixwaze dewletên dora xwe yên Rojhilata Navîn feyda Tirkiyê li wan heye, hişyar bike û Amerîka tiştekî halo bike. Ger bikeve navbera Rûsya û Amerîkayê de ez bawer nakin, li dij be.”
Bêguman daxuyaniyên serokê dîplomasiyeta Rûsî dê wekî aveke hênik bi hinavê berpirsyarên Tirkiyê de çûbin.
Dr. Bîlal Sambur, akademîsyen û şîrovekarê siyasî yê bakurê Kurdistanê, di heman bernameya radyoya Rûdawê de, tekez kir ku kontrolkirina herêma Rojhilatê Firatê ji bo Tirkiyê stratejiya Dewletê ya fermî ye û Tirkiye dê her tiştê bike, ji bo ku nehêle desthilata kurd li rojhilatê Firatê hevşêweyê başûrê Kurdistanê bibe defakto.
Sambur got ku ji bo cîbicîkirina vê stratejiyê, Tirkiye dê pişta xwe bi Rûsyê girê bide, ji ber ku ew Amerîkayê wekî neyar nas dike: “Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê ji serî de dibêje, armanca me Minbic û Rojhilatê Firatê ye, em dixwazin li Rojhilatê Firatê van kantonên PYDê ji binî ve rakin.”
Receb Tayipp Erdogan Serokomarê Tirkiyê, di nava çend rojên borî de, bêhtir ji carekî ragihandiye ku Tirkiyê dê operasyonên hevşêweyê Mertala Firatê û Çiqlê Zêtûnê li rojhilatê Firatê encam bidin. Tevahiya van helwestan piştî wê yekê tên ku Amerîka ragihandibû ku ew ê hejmara şêwirmendên xwe yên serbazî li Sûriyê du qat zêde bikin û hêzên wê dê li Sûriyê bimînin heta ku Îran bi temamî ji herêmê venikişe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse