Rayedarekî Amerîkayê: Îranê li Tengava Hurmuzê dest danî ser tankereke petrolê
Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê îdia kir ku Îranê li Tengava Hurmuzê dest daniye ser tankereke petrolê ya bi alaya Giravên Marshallê.
Berpirsê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku Îranê dest daniye ser tankereke petrolê ya bi alaya Giravên Marshallê ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibû û keştî ber bi avên xwe yên herêmî ve biriye.
Wî berpirsî her wiha got ku Îranê keştiya bi navê "Talara" dema ku ji Îmaratê ber bi Sîngapurê ve diçû rawestandiye.
Li gorî amarên şopandina firînê yên ku ji aliyê Associated Pressê (AP) ve hatine analîzkirin, droneke MQ-4C Triton a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li ser herêma ku "Talara" lê bû digeriya û bûyer dişopand.
Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê jî di daxuyaniyekê de bûyer piştrast kir û destnîşan kir ku dibe ku "çalakiyeke dewletî" ya gengaz "Talara" neçar kiribe ku bikeve nav avên herêmî yên Îranê.