Mezlûm Ebdî û Fuad Husên veguhastina DAIŞiyan gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên veguhastina DAIŞiyên gotûbêj kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên di çarçoveya Konferansa 62yemîn a Ewlehiyê ya Munîhê de civiyan.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê derbarê civînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku di civînê de rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê û pirsgirêka girtiyên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Piştgiriya Îraqê

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rûdanên ewlehiyê yên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.

Fuad Hisên diyar kir ku Îraq piştgiriyê dide wan hewldanên ku dixwazin bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re lihevkirinekê çêbikin.

Girtiyên DAIŞê tên veguhastin

Yek ji mijarên sereke yên civînê veguhastina girtiyên DAIŞê bû ku ji Rojavayê Kurdistanê dibin Îraqê.

Li gorî daxuyaniyê her du aliyan li ser dosyayên girtiyan nêrînên xwe parve kirine.

Her wiha tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya herêmê, rêgirtina li her cure aloziyan û parastina aramiyê hat kirin.

Rewşa Cizîrê

Her du aliyan di beşeke din a civînê de  şert û mercên jiyanî û îdarî yên li herêma Cizîrê û parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.