Cemaata Nor a selefî li Misrê û cemaata Gulen li Tirkiyê

15-03-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Gelek şirovekarên siyasî di Rojhilata Navîn de helwest û tevgera Cemaata Fethullah Gulen ji aliyê siyasî de dişibihînin bi cemaata Nor a selefî li Misrê.

Cemaata Nor a selefî destpêkê wek cemaata Gulen tevgereke ku baweriyên olî belav dikir û dema şoreşa Misrê bi serket xwe kir wek partiyeke siyasî û pê re gava ku Îxwan Muslimîna Misrê bûn desthilat bi wan re ket hevkariyê, lê di bin navê ku Îxwan dixwazin hemû desthilatê têxin destê xwe û dewletê bikin dewleta tevgerê xwede bi tevgera Înqaza Misrî ku piraniya wan tevgerên lîbralî re ket hevkariyê û piştgirî da leşkeran di kodeteya leşkerî li dijî serokomarê Misrê Mihemed Mursî.

Cemaata Gulen jî piştgiriya Receb Tayib Erdogan di hilbijartinên mijdara 2002an kir û di rêyê mirovên xwe di nav saziyên dewletê de bûn hevkarê desthilatê li Tirkiyê, lê di bin navê ku serokwezîr Erdogan dixwaze hemû saziyên dewletê têxe bin destê xwe de û têkiliyên Tirkiyê bi dewletên Rojava re xirab dike, li dijî partiya desthilatdar AKPê rawestiyan û piştgirî dan hemû bûyerên siyasî li dijî wê hikûmetê.

Cemaata Gulen piştî ku Erdogan Artêşa Tirkiyê di rêya gelek dozan re wek Ergenekon, balyoz, derbeya 28ê sibatê qels kir, ji bo xistina Erdogan di hilbijartinên şaredariyê li 30 adarê de neçar ma ku piştgiriya xwe bide partiya herî layik CHPê û gelek tevgerên layik yên din.

Herçend cemaata Gulen wek kesên Norcî tê naskirin û cemaata Nora selefî jî ew nav li xwe kir, lê cudahiya wan ewe ku cemaata Gulen mîna Nora selefî wek partî xwe dernexist holê, ji ber wê jî Erdogan digot eger cemaat dixwazin siyasetê bikin, bila ew jî partiya xwe damezirînin û têkevin qada siyasetê û beşdarî hilbijartinan bibin, lê qet nayê qebûlkirin ku ew dewletekê di nav dewletê de ava bikin û wîsayetê li ser siyasetê bikin.

Serokê AKPê Erdogan di hemû axaftinên xwe de cemaata Gulen tawanbar dike ku “ew hevkarî bi dijminên hikûmetê re çêkirine û roleke mezin di bûyerên Geziyê li Tirkiyê de lîstiye û niha jî piştgirî didin xwepêşandanên bi navê Berkîn Elvan mebest ewe ku wêneyên wî xirab bikin û di hilbijartinê de qels bikin û di qada navneteweyî de reş bikin”.

Gelek siyasetmedar dibêjin ku Erdogan naxwaze tiştê ku cemaata Nor a selefî li Misrê anîn serê Îxwan Muslimîn, cemaata Gulen bînin serê wî, yan jî tiştê ku hatî serê serokomarê Misrê Mursî bê serê wî, çawa di rêya xwepêşandanan re ew zehîf kirin da ku hêncet ji artêşê re çêbû û destêwerdana desthilatê kirin û Mihemed Mursî û rayedarên Îxwanê avêtin zindanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst