Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdiayên derbarê suîqesta li hemberî wî de bi tundî red kirin.
Di medyaya civakî de dihat îdiakirin ku Îranê wekî bersiva êrişên Amerîka û Îsraîlê suîqest li Netanyahu kiriye.
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê pirsên nûçegihanê Ajansa Anadoluyê (AA) bersivandin.
Ofîsê diyar kir ku îdiayên bi rengê "Netanyahu rastî suîqestê hatiye" nûçeyên bêbingeh in.
Di daxuyaniya ofîsê de hat gotin, "Ev nûçeyên sexte ne, rewşa Serokwezîr baş e."
Aloziyên li herêmê
Êrişên hevpar ên ku Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê li hemberî Îranê dan destpêkirin aloziya li herêmê derxist lûtkeyê.
Di van êrişan de Rêberê Olî yê Îranê yê berê Elî Xamineyî jî di nav de zêdetirî hezar û 200 kesî mirin.
Îran jî wekî bersiva van êrişan êrişên bi dron û mûşekan pêk tîne.
Îran ji xeynî Îsraîlê, li Urdin, Îraq, Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê jî "baregehên leşkerî yên Amerîkayê" dike hedef.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse