Supaya Pasdaran: Em dê êrişên xwe yên ji bo kuştina Netanyahu bidomînin
Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku ew dê êrişên xwe yên ji bo kuştina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi biryardarî bidomînin.
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê daxuyaniya Supaya Pasdaran a li ser pêla 52yan a operasyonên "Soza Rast-4"ê weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heke Netanyahu sax be jî em dê wî bişopînin. Em dê êrişên xwe yên ji bo kuştina wî bi biryardarî bidomînin."
Êrişî baregehên Herîr û Kuweytê hat kirin
Supaya Pasdaran diyar kir ku wan di pêla 52yan a êrişan de bi mûşekên giran herêmên pîşesaziyê yên Tel Evîvê kirine hedef.
Her wiha hat ragihandin ku wan bi mûşek û dronan êrişî Baregeha Asmanî ya Herîrê ya li Hewlêrê jî kiriye.
Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Kuweytê jî êrişî beşên pîşesaziyê yên baregehên Elî El-Salem û Camp Arifjanê û navendên ku hêzên Amerîkayê li wan kom dibin hatiye kirin.
Îdiayên li ser kuştina Netanyahu
Di medyaya civakî de dihat îdiakirin ku Îranê wekî bersiva êrişên Amerîka û Îsraîlê suîqest li Netanyahu kiriye.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdiayên derbarê suîqesta li hemberî wî bi tundî red kirin.
Ofîsê diyar kir ku îdiayên bi rengê "Netanyahu rastî suîqestê hatiye" nûçeyên bêbingeh in.
Netanyahu 13ê Adarê bi rêya serhêl (online) beşdarî civîneke çapemeniyê bûbû.
Wê demê li seranserê Îsraîlê dengê sîrenên êrişê dihat.
Lê ew deng li cihê ku civîn dihat kirin nedihat bihîstin.
Piştî vê yekê li ser medyaya civakî hinek vîdeo hatin belavkirin.
Hat îdiakirin ku ew vîdeo bi hişê çêkirî hatine amadekirin û ev yek jî wekî bingeha wan îdiayên “kuştina wî” hat nîşandan.