Li Rojhilata Navîn bîlançoya şer giran e

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 28ê Sibatê ve ku Amerîka û Îsraîlê dest bi êrîşên li dijî Îranê kirine, şer tevahiya herêmê girtiye û li gelek welatên Rojhilata Navîn bûye sedema windahiyên canî.

Ev amar li gorî daxuyaniyên fermî yên ji aliyê hikûmet, artêş, saziyên tenduristiyê û dezgehên hewarçûnê yên welatên mexdûr hatine berhevkirin.

Rewşa li Îranê

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê 8ê Adarê ragihandibû ku zêdeyî hezar 200 kesan hatine kuştin, di nav wan de nêzîkî 200 jin û 200 zarokên bin 12 salî re hene, her wiha zêdeyî 10 hezar sivîl jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, 11ê Adarê ragihand ku herî kêm hezar û 825 kes hatine kuştin.

Ji wê hejmarê hezar û 276 sivîl in (di nav wan de herî kêm 200 zarok), her wiha 197 leşker û 352 kes jî hene ku hîn nasnameya wan nehatiye diyarkirin.

Rewşa li Îsraîlê

Bi giştî 14 kes hatine kuştin. Ji ber mûşekên Îranê 12 kes hatine kuştin ku di nav wan de çar ciwan hene.

Her wiha artêşa Îsraîlê kuştina du leşkerên xwe yên di şerên başûrê Lubnanê de ragihandiye.

Rewşa li Libnanê

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku ji destpêka şer ve 826 kes hatine kuştin, di nav wan de 65 jin û 106 zarok hene.

Her wiha 2009 kes jî birîndar bûne. Di nav kuştiyan de 31 xebatkarên hewarçûnê hene.

Artêşa Libnanê jî kuştina sê leşkerên xwe ragihand.

Welatên Kendavê û hêzên Amerîkayî

Li gorî amarên saziyên welatên Kendavê û Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), ji destpêka êrişên Îranê ve 26 kes hatine kuştin ku 13 ji wan sivîl in û yên din êeşker û karmendên ewlehiyê ne.

  • Kuweyt: 6 kuştî (2 leşker, 2 nobedarên sînor û 2 sivîl)
  • Îmarat: 6 kuştî (4 sivîl û 2 serbaz)
  • Erebistana Siûdî: 2 sivîl hatine kuştin.
  • Behreyn: 2 kes hatine kuştin.
  • Uman: 3 kuştî
  • Qeter: 16 birîndar
  • Leşkerên Amerîkayê: 6 leşker li Kuweytê û leşkerek li Erebistana Siûdiyê hatine kuştin.

Herêma Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê 8 kesan canê xwe ji dest daye.

Hewlêr: Karmendekî Asayîşa Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 2 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, Efserekî pilebilind ê Fransayê

Silêmanî: 2 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê

Başîka: 2 kes 

Her wiha 41 kes jî birîndar bûne.

Rewşa li Îraq, Urdin û Sûriyeyê

Îraq

Artêşa Amerîkayê ragihand ku balafireke sotemeniyê li rojavayê Îraqê ket û her şeş endamên tîma balafirê canê xwe ji dest da.

Her wiha 35 çekdarên nêzîkî Îranê di êrişekê de hatine kuştin.

Kesekî sivîl jî li başûrê rojhilatê Bexdayê hatiye kuştin.

Urdin

Berpirsên ewlehiyê dibêjin 28 kes ji ber ketina parçeyên mûşek û dronên Îranê birîndar bûne lê kes nemiriye.

Sûriye

 Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku roja duşemê 8 kes ji ber ketina parçeyên çekan birîndar bûne.