Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber girtina Tengava Hurmizê, du xetên boriyên petrolê yên Erebistana Siûdî û Îmaratê bûne alternatîvên sereke.
Girîngiya van xetan di asta cîhanî de zêde bûye.
Xeta Petrolineyê ya Siûdiyê
Alternatîva yekem Xeta Boriya Rojhilat-Rojava ya Siûdiyê ye.
Ev xet wekî "Petroline" tê naskirin û dirêjiya wê nêzîkî 750 mîlan e.
Xeta Petrolineyê petrola xav ji peravên rojhilatê Kendavê, ji devera Ebqeyqê re vediguhêze Bendera Yenbûyê ya li ser Deryaya Sor.
Kapasîteya veguhastinê ya vê xetê piştî berfirehkirinê rojane digihîje 7 milyon bermîlan.
Şirketa Aramcoyê ya Siûdiyê ragihandiye ku ew li bendê ne di rojên pêşiya me de borî bi kapasîteya xwe ya tam kar bike.
Xeta ADCOPê ya Îmaratê
Alternatîva duyem jî Boriya Petrola Xav a Ebûzebiyê (ADCOP) ye ku li Îmaratê ye.
Ev borî nêzîkî 248 mîlan ji qadên petrolê yên Hebşanê heta Fuceyreyê dirêj dibe.
Ev xet dikare rojane 1,5 milyon bermîlên petrolê veguhêze.
Her wiha kapasîteya wê heta 1,8 milyon bermîlan dikare were zêdekirin.
Tengava Hurmizê girtî ye
Her du xet jî di Tengava Hurmizê re derbas nabin.
Tengava Hurmizê xaleke stratejîk a veguhastina petrolê ye.
Tengav piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê yên 28ê Sibatê hatiye girtin.
Îranê êrişî wan keştiyan kir ku hewl didan di wê rêya avî re derbas bibin.
Şirovekarên enerjiyê dibêjin ku xeta Petrolineyê û xeta ADCOPê dikarin valahiya wan 20 milyon bermîlan dagirin ku rojane di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.
Nirxandina pisporan
Şirovekarê Petrolê yê Şirketa Kplerê Naveen Das li ser mijarê got:
"Erebistana Siûdî û Îmarat sûdwergirtina ji wan boriyan zêde dikin ku di Hurmizê re derbas nabin.
Li Îmaratê, li gorî texmînên me, xeta ADCOPê bi rêjeya ji sedî 71 tê bikaranîn ku kapasîteya wê 1,5 milyon bermîl e.
Bi vî rengî ew dikarin 440 hezar bermîlên din jî veguhêzin.
Eger pêwîst bike, Şirketa Petrolê ya Ebûzebiyê dikare bi awayekî demkî veguhastinê bigihîne rojane 1,8 milyon bermîlan."
Das her wiha bal kişand ser wê yekê ku egera êrişên li ser jêrxana enerjiyê dikare vê kapasîteyê sînordar bike.
Parzûngeha Ruweisê hat girtin
Li gorî agahiyên di medyayê de, agir bi saziyên Şirketa Petrolê ya Ebûzebiyê ketiye.
Şirketê ji ber vî agirî parzûngeha xwe ya mezin a Ruweisê girtiye.
Kompleksa Ruweisê ya Îmaratê rojane xwediyê kapasîteya parzûnkirina 922 hezar bermîl petrola xav e.
Alîkarê Serokê Şirketa Lêkolînên Enerjiyê ya Rystad Energyyê Pankaj Srivastava jî li ser rewşê got:
"Asêbûna petrola xav a li Kendavê zêde dibe. Dibe ku parzûngeh neçar bimînin xebatên xwe li gorî vê yekê biguherin û hilberînê kêm bikin.
Her wiha dibe ku hinartina berheman rawestînin û tenê ji bo bazarên navxweyî hilberînê bikin.
Xeta ADCOPê rê dide ku petrola xav bi rêya Fuceyreyê û bêyî derbasbûna di Hurmizê re bê hinardekirin.
Lê belê berhemên parzûnkirî yên wêstgeha Ruweisê hîn jî bi rêjeyeke zêde bi wan keştiyan ve girêdayî ne ku di Hurmizê re derbas dibin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse