Tevî dorpêçê 8 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûn

15-04-2026
RÛDAW
Nîşan Amerîka Dorpêç Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên trafîka deryayî, dorpêça Amerîkayê ya li ser benderên Îranê bandoreke kêm li çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê kiriye.

Herî kêm 8 keştî ku di nav wan de 3 petrolhilgirên (tanker) Îranê jî hene, di wê rêya avî re derbas bûne.

Nediyarî zêde bûye

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja yekşemê ragihandibû ku ew dê dorpêçê deynin ser benderên Îranê.

Ev biryar ji êvara duşemê ve hatiye sepandin.

Vê dorpêçê ji bo şirketên veguhastina deryayî, petrol û sîgorteya rîskên şer nediyariyeke zêdetir afirandiye.

Çend çavkaniyên pîşesaziyê roja sêşemê ragihand ku hîn jî çûn û hatina li Tengava Hurmizê gelekî kêm e.

Beriya şerê Îranê, rojane bi navînî 135 keştî di Tengava Hurmizê re derbas dibûn.

Daxuyaniya CENTCOMê

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di vê navberê de ragihand, "Di nav 24 saetên yekem de ti keştan dorpêça Amerîkayê neşikandiye û derbas nebûne."

Her wiha CENTCOMê diyar kir ku 6 keştî pêbendî rênimayên hêzên Amerîkayê bûne û vegeriyane benderên Îranê.

Ew 3 keştiyên ku bi Îranê ve girêdayî bûn û di tengavê re derbas bûbûn ber bi benderên Îranê ve nediçûn, lewma dorpêçê ew li xwe nedigirtin.

Keştiyên di bin cezayan de ne

Daneyên Saziya LSEGê nîşan didin ku keştiya bi navê "Peace Gulf" a bi alaya Panamayê, ber bi Bendera Hemriyeyê ya li Îmaratê ve çûye.

Daneyên saziya Kplerê jî diyar dikin ku ew keştî petrola Îranî vediguhêze benderên din ên Rojhilata Navîn (yên derveyî Îranê) da ku ji wir ber bi Asyayê ve were hinartin.

Beriya niha 2 tankerên ku di bin cezayên Amerîkayê de bûn, di wê rêya teng re derbas bûbûn.

Daneyên Kplerê nîşan didin ku keştiya petrolhilgir a bi navê "Murilikishan" ber bi Îraqê ve diçe da ku sotemeniyê bar bike.

Ew keştî ku berê bi navê "MKA"yê  dihat naskirin, berê petrola Rûsya û Îranê veguhastiye.

Her wiha keştiya "Rich Star"ê piştî ragihandina dorpêçê, bû keştiya yekem ku di Hurmizê re derbas bûye.

Ew keştî ya Çînê ye û di bin cezayên Amerîkayê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst