Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper ragihand ku hêzên Amerîkayê dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê bi kapasîteyeke tam xistiye warê bicihkirinê.
Brad Cooper herwiha diyar kir ku Amerîkayê serdestiya xwe ya deryayî ya li herêmê îspat kiriye.
"Hîn 36 saet derbas nebûne"
Li gorî gotina Amîral Brad Cooper, hîn 36 saet di ser ragihandina dorpêçê re derbas nebûne lê hêzên Amerîkayê bi temamî rê li ber hemû çalakiyên bazirganî girt ku bi rêya deryayê diçin Îranê an jî ji benderên wî welatî derdikevin.
"Dê aboriya Îranê felc bibe"
Fermandarê CENTCOMê bal kişand ser wê yekê ku nêzîkî ji sedî 90ê aboriya Îranê li ser bazirganiya deryayî ya navneteweyî ava bûye.
Cooper destnîşan kir ku ev dorpêç dê binesaziya darayî û bazirganî ya Îranê felc bike.
Her wiha Cooper diyar kir ku hêzên Amerîkayê dê serdestiya xwe ya deryayî ya li Rojhilata Navîn biparêzin da ku ti keştî dorpêça li ser benderên Îranê neşikêne.
Sedema biryara dorpêçê
Artêşa Amerîkayê êvara duşemê li ser benderên Îranê dest bi dorpêça deryayî kiribû.
Li gorî Serokê Amerîkayê, biryara dorpêçê ji ber wê yekê hatiye dayîn ku Îranê rê nedida keştî bi serbestî di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse