Hewlêr (Rûdaw) - Benjamin Netanyahu ragihand ku ew di dan û standinên bi Îranê re de bi Amerîkayê re di nav hevahengiya temam de ne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo peymaneke gengaz hinek merc rêz kirin.
Mercên Netanyahu derxistina uranyuma dewlemendkirî ya ji Îranê, bidawîanîna bernameya dewlemendkirina uranyumê û vekirina Tengava Hurmizê ne.
Benjamin Netanyahu bi rêya vîdeoyekê daxuyaniyek belav kir.
Netanyahu di daxuyaniya xwe de li ser êrişên li başûrê Libnan û Sûriyeyê û dan û standinên bi Îranê re peyivî.
Netanyahu li ser dan û standinên bi Îranê re yên ku bi navbeynkariya Pakistanê tên kirin got:
“Hevpeymanên me yên Amerîkayî me bi berdewamî li ser pêwendiyên bi Îranê re agahdar dikin.”
Netanyahu destnîşan kir ku armancên wan û yên Amerîkayê di heman aliyî de ne.
Netanyahu bal kişand ser her sê mercên serekî ku ew jî bidawîanîna bernameya uranyumê, derxistina uranyumê ya ji Îranê û vekirina Tengava Hurmizê ne.
Balkêş bû ku Netanyahu vê carê behsa mercê xwe yê berê yê " bidawîanîna bernameya mûşekên balîstîk" nekir.
Netanyahu gumanên xwe yên li ser dan û standinan anîn ziman û got:
“Heke êriş dest pê bikin, em ji bo her cure senaryoyan amade ne.”
Êrişên li Libnanê
Netanyahu li ser dan û standinên yekser ên bi Libnanê re yên ku piştî 40 salî cara ewil tên kirin jî agahî dan û da zanîn ku ew di wan hevdîtinan de "bêçekkirina Hizbulahê û aştiyeke mayînde" hedef dikin.
Netanyahu di daxuyaniya xwe de li ser mijara agirbestê ya ku li rojevê ye ti agahî nedan.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku êrişên artêşa Îsraîlê yên li başûrê Libnanê didomin û eşkere kir ku êrişên wan zêdetir li bajarokê Bint Cubeylê ne ku ew der wekî "Keleha Hizbulahê" tê pênasekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse