Galeriya wêneyan

15-05-2018
26 Photos
RÛDAW

AFP – Amerîka biryara xwe yak u di dawiya sala 2017ê de dabû bicîh anî û balyozxaneya welatê xwe ya Îsraîlê ji Tel Avîvê veguheste Quds-Orşemê.

 

Şandekî bilind ê rêveberiya Donald Trump û berpirsên Îsraîlê di merasîma vekirina balyoxaneya nû de amade bûn. Ev pêngav tê wê wateyê ku Amerîka Orşelîmê weke paytexta Îsraîlê nas dike.

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ji ber vê pêngavê spasiya rêveberiya Trump kir.

 

Ji aliyekê din ve komeke mezin a xwepêşanderên Filistînê li ser sînorê Xezeyê û Îsraîlê kon vegirtin û veguhestina Balyozxaneya Amerîkayê ya ji bo Qudsê protesto kirin.

 

Di dema çalakiyê de leşkerên Îsraîlê bi çek bersiv da çalakvanan û xwîn rijiya.

 

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encamên aloziyên Xezeyê de 52 kes hatine kuştin û 2400 kes jî birîndar bûne.