Trump gef li Îranê xwarin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê da zanîn, eger Îran bi her awayî êrişî wan bike ew dê hemû hêza xwe nîşanî wan bidin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ti pêwendiyên wan bi êrişên li Îranê re nînin û hişyariyeke tund da Îranê.
Donal Trump da zanîn ku ew dikare bi hêsanî dawî li nakokiya xwîndar a di navbera Îran û Îsraîlê de bîne.
Trump helwesta welatê xwe zelal kir û got, “Ti pêwendiyên Amerîkayê bi êrişa îşev a li Îranê re nîne.”
Serokê Amerîkayê di heman demê de hişyariyeke tund da Îranê û ragihand:
“Bi her awayî eger êrişek li me bê kirin, hemû hêz û şiyana artêşa Amerîkayê bi awayekî ku we berê nedîtiye dê were ser we.”
Derbarê îmkana çareserkirina rewşê Trump anî ziman:
“Em dikarin bi hêsanî lihevhatinekê di navbera Îsraîl û Îranê de çêbikin.
Em dikarin bi hêsanî vê nakokiya xwîndar rawestînin."
Ev daxuyanî di demekê de ye ku şerê rasterast ê di navbera Îran û Îsraîlê de ketiye roja xwe ya sêyemîn û her ku diçe alozî zêdetir dibin.