Trump û Erdogan du caran bi telefonê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê diyar kir ku Recep Tayyîp Erdogan û Donald Trump bi telefonê behsa şerê Îran û Îsraîlê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, Erdogan di pêwendiya telefonî de ji bo helwesta wî ya aştîxwaz a li ser aloziyan spasiya Trump kiriye û jê re gotiye rêya çareserkirina nakokiyên mijarê atomî kanala dîplomasiyê ye.

Recep Tayyîp Erdogan ducare kir ku Tirkiye amade ye ji bo her cure hêsankarî û gava ji bo bidawîanîna şer û aloziyên Îran û Îsraîlê.

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha ragihand, ew tundûtijiya ku bi êrişa Îsraîlê dest pê kiriye û zererê dide her du aliyan ku veger jê re tune.

Erdogan tekez kir ku divê rê li pêşiya êriş û tundûtijiya her du aliyan bê girtin.

Divê were gotin, ev pêywendiya telefonî di demekê de ye ku doh jî Erdogan û Trump li ser heman mijarê bi telefonê axivîbûn.

Recep Tayyîp Erdogan doh bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Şahê Erebistana Siûdî Mihemed Selman, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Şahê Urdinê Şah Ebdulahê Duyem re axivî.

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha îro bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re jî axivî.