Îsraîlê careke din êrişî Tehranê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê careke din êrişî Tehrana paytexta Îranê kir û ji cihên cuda yên Tehranê dengê teqînan tê.

Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku Îsraîlê êrişî navçeya Şehriyarê ya Tehranê kiriye.

Îsraîlê 13ê Hezîranê li deverên cuda yên Îranê êrişî tesîsên nukleer û fermandarên Îranê kir.  

Heta niha Serokerkanê Îranê û Fermandarê Supaya Pasdaran jî nav de hinek fermandarên pilebilind û 9 zanayên atomî hatine kuştin.

Her wiha hat ragihandin ku hejmara giştî ya sivîlên kuştî 224 e.

Di êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê de jî 14 kes hatine kuştin û herî kêm 400 birîndar hene.