Serokwezîrê Îsraîlê ji nişka ve nexweş ket
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji nişka ve nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê.
Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Îsraîlê de hat gotin ku "Serokwezîr anîn Nexweşxaneya Şîbayê, rewşa wî baş e û tedqîqên tibî tên kirin."
Medyaya Îsraîlê jî diyar kir ku Benjamin Netanyahu birin beşa acîl a Nexweşxaneya Şîbayê ya li bajarê Ramat Ganê.
Netanyahu yê 73 salî bi navber bi tevahî 14 sal in li Îsraîlê serokwezîriyê dike.