Netanyahu: Min ferman da ku artêşa Sûriyeyê were bombebarankirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand wî ferman da ku artêşa Sûriyeyê û çekên ku bi xwe re birine parêzgeha Siwêdayê werin bombebarankirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz derbarê rewşa Siwêdayê de daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê Netanyahu ferman da ku artêşa Sûriyeyê û çekên ku bi xwe re birine parêzgeha Siwêdayê werin bombebarankirin.
Netanyahu û Katz di daxuyaniya xwe de got, “Bicihkirina hêzên Sûriyeyê li Siwêdayê gef e li ser Îsraîlê.”
Her wiha wan got, “Me daxwaz ji artêşê kiriye ku demildest êrişî hêzên Sûriyeyê yên li Siwêdayê bike.”
Vê sibehê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku wan hêz veguhastiye parêzgeha Siwêdayê û ketine nava bajêr.
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Ebû Qesra jî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê got:
“Em hemû hêzên li nav bajarê Siwêdayê agahdar dikin, piştî lihevkirina bi rûspî û pêşengên bajêr re, em agirbesteke tam radigihînin.
Ji hemû yekîneyên me yên leşkerî yên bajêr re telîmata sepandina agirbestê hat dayîn.
Lê belê eger komên çekdar ên dereqanûnî êriş bikin, tenê bersiva wan dê were dayîn."
Netanyahu û Katz amaje bi wê yekê jî kir ku ew dê rê li ber rejîma Sûriyeyê bigirin ku zererê bigihîne Durziyan û Îsraîl pabendî parastina Durziyan li Sûriyeyê ye.
Duh, li Siwêdayê di navbera hêzên Durzî û hinek çekdarên Ereb de şer derket û hîn jî rewş nehatiye kontrolkirin.
Şer û pevçûnên li Siwêdayê
Piştî xortekî Durzî ji aliyê eşirên Ereban ve hat revandin bûyerên revandina tolhildanê veguherîn şer û pevçûnên çekdarî.
Hat ragihandin ku di pevçûnên 3 rojan de hejmara kesên ku mirine 100 derbas kiriye û di nava kuştiyan de sivîl, jin, zarok û leşkerên ser bi hikûmetê ve hene.
Çavkaniyekî ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji medyaya Sûriyeyê re ragihandibû ku wan hêzên leşkerî sewqî Siwêdayê kirine lê komên Durziyan êrişî hêzên artêşê kiriye, 18 leşker kuştine û 9 leşker jî dîl girtine.