Hûsî: Me bi 3 dronan êrişî başûrê Îsraîlê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike ragihand ku wan bi 3 dronan êrişî başûrê Îsraîlê kiriye.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî di daxuyaniyekê de got ku wan bi 3 dronan Îsraîl kiriye armanc.
Serî diyar kir ku 2 dronan li herêma Negevê ya li başûrê Îsraîlê li hedefeke leşkerî daye û yek jî çûye Bendera Eilatê.
Serî got ku êriş "serketî bûn" û anî zimên ku heta êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bi dawî nebin û dorpêçkirin ranebe dê êrişên wan bidomin.
Artêşa Îsraîlê berê ragihandibû ku hêzên wan droneke ku ji aliyê Yemenê ve hatibû şandin li nêzîkî bajarê Eilatê yê li perava Deryaya Sor xistiye xwarê.
Ev ne cara yekem e ku Hûsî êrişên bi vî rengî li dijî Îsraîlê pêk tînin.
Hûsiyan ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve gelek caran bi mûşek û dronan êrişî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor û hedefên li Îsraîlê kiriye.
Hûsî dibêjin ku ev êriş ji bo piştgiriya Filîstîniyên li Xezeyê ne.