Şêx Ekrem Mehsûş: Peyama Ocalan gihişt zêdetirî 50 eşîran

Hewlêr (Rûdaw) - Şêx Ekrem Mehşûşê ku yek ji serokên Eşîra Cibûran e ji Rûdawê re got, peyama Abdullah Ocalan gihiştiye zêdetirî 50 eşîran û dengvedana wê "gelekî baş" bûye.

Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîr, Dêrezor, Reqa û Tebqayê re peyameke nivîskî şand.

Şêx Ekrem Mehşûş beşdarî bultena Nûrojê bû û bandora vê peyamê nirxand û got:

"Piştî gihîştina peyama Ocalan, ji bo belavkirina wê ya li şêxên eşîrên Ereban çend komîte hatin avakirin û heta niha peyam gihiştiye nêzîkî zêdetirî 50 eşîran."

"Peyam hat qebûlkirin”

Şêx Ekrem Mehşûş derbarê bertekan a li hemberî peyamê da zanîn:

"Peyam hat qebûlkirin, naveroka wê ji bo her şêx û rûspiyekî eşîrê hat xwendin û ew teqeziyê li ser pêwendiyên eşîrî, bi taybetî yên Ereb û Kurdan dike."

Wî diyar kir ku piştî vê peyamê "dê nîqaş û pêşketin li ser erdê çêbibin" û wiha lê zêde kir:

"Bê guman ev peyam dê sûdê bide kesên ku fikra Ocalan û fikra rêveberiyê û demokrasiyê fêm nedikir û dê bandoreke baş li ser wan bike."

"Bi rastî dengvedaneke gelekî baş da"

Wî di vê çarçoveyê de diyar kir ku peyam "dê ji aliyê girêdana civakî ve guherînekê li ser erdê çêbike" û wiha domand:

"Ji ber ku ev yekem peyam e ku di van şert û mercan de ji eşîran re tê, bi rastî dengvedaneke gelekî baş da."

Wî pêşbînî kir ku "piştî bidawîbûna belavkirinê civîneke berfireh were lidarxistin û ji bo peyam bigihe hemû aliyan pêwîstiya wan bi sê-çar rojên din heye” û pê de çû:

"Piştî vê peyamê, dê civîneke berfireh a eşîran hebe, dibe ku roja înê ya bê, 19ê vê mehê, bibe destpêka hevdîtinên eşîran û civînên berfireh li herêmekê li pey ya din."

"Em çareseriyên aştiyane dixwazin"

Wî da zanîn ku ew dixebitin da ku "ti pirsgirêk çênebin" û got:

"Em çareseriyên aştiyane dixwazin, ne çareseriyên bi çekan... Em teqeziyê li ser girêdana neteweyî ya di navbera hemû pêkhateyan de dikin:

Ereb, Kurd, Suryan û Çerkez, bi taybetî Ereb û Kurd çimkî çarenivîsa wan yek e.”

Ew di wê baweriyê de ye ku "rewşa Dêrezorê cuda ye" çimkî "bajarê Dêrezorê di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ye" û Çemê Feratê wê ji gundewarê wê vediqetîne û rojhilatê Feratê jî di destê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk doh yekşemê ragihandibû ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê êrişî pêgehên wan ên li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kiriye.

"Li herêmên Rêveberiya Xweser hinekî aramî heye"

Mehsûş bal kişand hewlên ji derve yên ji bo xerakirina rewê û biland:

"Divê ji aliyê hinek aliyan ve û bi ajandayên derve ve teşwîqek hebe ku dixwazin di nav her du aliyan de tevgerê çêbikin.

Heta îro, bila em eşkere bin, em hîn li Dêrezorê ji ajandayên Îranê û xerabkaran û her wiha hebûna DAIŞê ya di nav bajêr de xelas nebûne.

Lê li herêmên rojhilatê Feratê, li herêmên Rêveberiya Xweser hinekî aramî heye.

Dêrezor niha bi rastî bajarekî wêrankirî ye, xizmetguzariyên wê tunin lê herêmên rojhilatê Feratê ava ne. Ev jî hestiyariyê çêdike û her wiha ew li ser fitneya Ereb-Kurdan dilîzin."

Di îhtîmala şer de dê piştgiriyê bidin HSDyê?

Şêx Ekrem Mehşûş pirsa, “Eger êrişî Rojavayê Kurdistanê û Bakurrojhilatê Sûriyeyê bê kirin hûn dê piştgiriyê bidin HSDyê?” wiha bersivand:

“Ma qey em bê wijdan in? Ma ev pêwîstî bi gotinê ye? Me ew qas şehîd dane, ew qas parastin kiriye, me ew qas qurbanî dane ji Kurd û Ereban. Ma maqûl e ku em temaşe bikin?

Em şer û êrişan naxwazin lê eger êriş bê kirin û şer derkeve em hemû di yek çeperê de ne. Her kesê ku li derveyî vê tevbigere ew bê wijdan e."