Netanyahu: Çîn û Qeter hewl didin me bixin bin dorpêça siyasî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku Çîn û Qeter bi rêya medyaya rojava û platformên medyaya civakî hewl didin welatê wî "bixin bin dorpêça siyasî."

Benjamin Netanyahu di çalakiya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ya li Orşelîma Rojava de ku mazûvaniya 250 siyasetmedarên nûnerên eyaletên Amerîkayê dikir axivî.

Netanyahu ragihand kir ku Çîn û Qeter bi rêya medyaya rojava "kampanyayeke dorpêçê" bi rê ve dibin ku armanca wê lawazkirina piştgiriya hevpeymanên wan e.

"Hewleke lawazkirinê heye"

Netanyahu ji şandeya Amerîkayî re ku wekî koma siyasî ya herî qerebalix a serdana Îsraîlê kiriye ketiye qeydan û wiha got:

"Em qîmetê didin piştgiriya we. Hewleke lawazkirina (vê piştgiriyê) heye."

Netanyahu got, "Hewldana dorpêçkirina Îsraîlê ji aliyê heman hêzên ku piştgiriya Îranê dikin ve tê organîzekirin"

Netanyahu diyar kir ku wan ew dorpêça leşkerî ku Îranê bi rêya hêzên xwe yên wekîl hewl da pêk bîne, têk biriye.

Li aliyê din, Netanyahu tekez kir ku birêvebiriya Tel Evîvê rûbirûyî hewldaneke din a dorpêçê ye û got:

"Ji bo ku em ji vê dorpêça ku ji aliyê çend welatan ve tê organîzekirin xilas bibin, divê em çend tiştan bikin."

Netanyahu derbarê wan "çend tiştên" ku dê bikin de agahî neda û axaftina xwe wiha domand:

"Yek ji wan Çîn e, ya din Qeter e. Ew bi rêya medyaya civakî ya cîhana rojava û Amerîkayê êrişî Îsraîlê dikin.

Divê em li hemberî vê bisekinin û em dê bi rêbazên xwe li hemberî vê bisekinin."

"Dorpêç ji aliyê Qeter û Çînê ve tê fînansekirin"

Netanyahu piştî çalakiya li Wezareta Karên Derve ji kanala i24Newsê re axivî û got:

"Niha hewldaneke dorpêçkirina Îsraîlê ji aliyê rêxistin û welatên cuda ve heye ku Qeter pêşengiya wê dike.

Beriya her tiştî, dorpêçeke medyayê ye ku bi pereyên pir mezin ên ji Qeter û welatên din ên wekî Çînê tê fînansekirin."

"Em dê di dorpêça siyasî de jî bi ser bikevin"

Netanyahu diyar kir ku ew welat di mijara tecrîdkirina Îsraîlê ya li ser asta cîhanî de bi ser neketine û ev nirxandin kir:

"Wekî gelek welatên din, Amerîka li gel me ye. Lê niha pirsgirêkeke me heye ku navenda wê Ewropaya rojava ye û em ji bo rakirina vê dorpêçê dixebitin û em dê xebata xwe bidomînin.

Wekî ku em di dorpêça leşkerî de bi ser ketin, em dê di dorpêça siyasî de jî bi ser bikevin."