Ansar al-Îslam tevlî DAIŞê dibe

15-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Düsseldorf (Rûdaw)- Rêxistina DAIŞê ragihand ku rêxistina Ansar al-Îslam jî soz daye ku êdî di bin banê DAIŞê de şer bikin.

 

Rêxistina DAIŞê ev çend meh in ku kovareke propagandayê li ser înternetê diweşîne. Di hejmara xwe ya 4ê de kovara bi navê “Dabiq“ diyar dike ku rêxistina Ansar al-Îslam jî soz daye ku êdî di bin banê DAIŞê de şer bikin.

 

Rêxistina Ansar al-Îslam di salên 1990î û heta 2003yê li derdorê Helebceyê herêmeke berfireh kiribû jêr kontrola xwe û wan salan gellek Kurd bi destên çekdarên wê hatin kuştin. Ev rêxistina ku piraniya çekdarên wê Kurdên Başûrê Kurdistanê ne, weke şaxekî Al-Qaîde tê hejmartin.

 

Serokê vê rêxistinê yê wê demê Mele Kirêkar niha li Norwêcê dimîne û ev çend sal in ku bi tohmeta gefa kuştina siyasetmedarên wî welatî niha di girtîgehê ye de.

 

Di encama şerê azadkirina Iraqê 2003yê de, baregehên Ansar al-Îslam li derdora Helebceyê jî hatin bombebarankirin û bi hevkariya Amerîka û YNKê, Ansar al-Îslam ji herêma hate derxistin.

 

Lê komên girêdayî vê rêxistinê hem li Kurdistanê, hem jî li Ewropayê heta niha jî çalak in û niha dixwazin li rex DAIŞê şer bikin.

 

Li gor texmînên îstixbaratên almanî, tenê li Almanyayê derdorê 300 alîgir û endamên Ansar al-Îslamê hene, pirraniya wan li başûrê Almanya li eyaleta Bayernê dijîn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst