Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Elî Mihemed Naînî amarên herî nû yên êrişên bi mûşek û dronan ên welatê xwe eşkere kirin.
Elî Mihemed Naînî ji Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê re got ku wan heta niha 700 mûşek bi kar anîne û got:
"Ew mûşekên ku hatine avêtin, tevlîheviyek bûn. Hinek ji wan bi sotemeniya tîr û hinek jî bi ya rohn dixebitin. Her wiha ew mûşekên menzîldirêj û menzîlnavîn bûn."
Naînî derbarê bikaranîna dronan a di operasyonan jî agahî dan û diyar kir:
"Heta roja 15an a şer, me di operasyonên xwe de 3 hezar û 600 dronên cuda bi kar anîn."
Ziyanên canî yên Amerîka û Îsraîlê
Berdevkê Supaya Pasdaran derbarê ziyanên canî yên artêşên Amerîka û Îsraîlê jî îdiayek kir.
Wî îdia kir ku li herêmê hejmara kuştî û birîndarên Amerîka û Îsraîlê gelekî zêde ye û pê de çû:
"Ew bi piranî amarên kuştiyan belav nakin û tenê amarên birîndaran belav dikin.
Yan jî wekî mirina ji ber krîza mêjî radigihînin lê em di wê baweriyê de ne ku herî kêm sêyeka wan 5 hezar kesan hatine kuştin."
Elî Mihemed Naînî her wiha anî zimên ku Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê hebûna zêdetirî 3 hezar birîndarî qebûl kiriye.
Xistina dronan
Berdevkê Supaya Pasdaran di beşeke din a axaftina xwe de qala xistina dronên aliyê din kir û got:
"Heta niha 118 dronên cuda yên ji cureyên Hermes û Heronê û cureyên din hatine xistin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse