Îsraîlê li Libnanê dest bi operasyoneke bejahî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wan li başûrê Libnanê li dijî pêgehên Hizbulahê dest bi operasyoneke bejahî ya "sînordar" kiriye.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, hêzên Firqeya 91ê ya artêşê bi armanca "xurtkirina xeta parastinê ya pêş" li başûrê Libnanê dest bi operasyonê kiriye ku pêgehên sereke yên Hizbulahê dike armanc.
Armanc tunekirina binesaziya Hizbulahê ye
Artêşa Îsraîlê amaje pê kir ku ev gav beşek e ji hewldanên berfireh ên parastinê yên ji bo tunekirina binesaziya leşkerî ya Hizbulahê.
Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku armanc kuştin an jî dûrxistina wan çekdarên Hizbulahê ye ku li herêmê ne da ku metirsiyên li ser niştecihên bakurê Îsraîlê nemînin.
Li gorî daxuyaniyê, beriya derbasbûna nav herêmê topxane û hêzên asmanî yên Îsraîlê gelek pêgehên Hizbulahê topbaran kirine da ku metirsiyên li ser hêzên bejahî di dema operasyonê de kêm bikin.
Libnan çawa ket nav şer?
Libnan ji 2yê Adara îsal ve tevlî şerê Rojhilata Navîn bûye.
Hizbulaha ku alîgira Îranê ye, wekî bersiva kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî dest bi êrişên li dijî Îsraîlê kiribû.
Ji wê demê ve Îsraîlê gelek êrişên asmanî yên dijwar li wî welatê cîran pêk anîne û hêzên xwe şandin herêmên sînorî.