Artêşa Îsraîlê êrişî balafira Xamineyî kir

1 demjimêr berê
Nîşan Balafira Xamineyî Êriş Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan li Balafirgeha Mehrabadê ya li Tehranê, balafira Rêberê Olî yê Îranê yê berê Elî Xamineyî kiriye hedef.

Artêşê di daxuyaniyeke nivîskî de destnîşan kir ku ew balafir berê ji aliyê Elî Xamineyî ve hatiye bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafira Xamineyî ya ku li Balafirgeha Mehrabadê hat armanckirin, ji aliyê berpirsên din ên pilebilind û personelên leşkerî yên Îranê ve jî him li navxwe him jî li derveyî welêt dihat bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanckirina vê balafirê dê şiyanên hevahengiya Îranê ya li gel "welatên tewereyê" qels bike.

Her wiha gef hat xwarin ku dê êriş bidomin.

Artêşa Îsraîlê berê jî Balafirgeha Mehrabadê kiribû hedef.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke leşkerî bi ser Îranê.

Îranê jî wekî bersivdanê ji xeynî Îsraîlê, êrişî hinek cihên li welatên herêmê kir.

Ew welatên ku bûn armanca êrişên Îranê di serî de Qeter, Îmarat û Behreyn in ku baregehên Amerîkayê li wan hene.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de ji xeynî Rêberê Îranê Elî Xamineyî, gelek rayedarên pilebilind jî hatin kuştin.

Li gorî rayedarên Îranê, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de heta niha hejmara kuştiyan ji hezar û 348an û hejmara birîndaran jî ji 17 hezaran derbas bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst