Gelo Yekîtiya Ewropayê dê hêzan bişîne Hurmizê?

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê ragihand ku ew dê şandina hêzan gotûbêj bikin.

Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê dê îro wê egerê binirxînin ku ew hêzên xwe yên deryayî yên li Deryaya Sor ber bi Tengava Hurmizê ve bişînin.

Armanca vê gavê ew e ku alîkariya vekirina wê rêya avî ya stratejîk bikin.

Ev rêya avî ji ber şerê Îranê rawestiyaye.

Rawestîna şahdamara petrola cîhanê

Şerê Îranê hatin û çûyîna di wê rêyê de bi temamî rawestandiye.

Ji pêncan yeka petrola xav a cîhanê û gelek gaz di wê derê re tê veguhastin.

Ev yek jî li bazarên cîhanê bûye sedema bilindbûna bihayê petrolê.

Kaja Kallas, li Brukselê beriya destpêkirina guftûgoyan ji rojnamegeran re axivî û got:

"Di berjewendiya me de ye ku Tengava Hurmizê vekirî bimîne. Ji ber vê yekê em gotûbêj dikin bê ma çi ji destê me tê."

Operasyona Aspidesê, vebijêrka herî bilez

Kaja Kallasê bal kişand ser guhertina erka Operasyona Aspidesê ya ku li Deryaya Sor e.

Li gorî Kallasê, ev rêya "herî bilez" e ku Yekîtiya Ewropayê ewlehiya Tengava Hurmizê pê xurt bike.

Berpirsa Bilind a Yekîtiya Ewropayê destnîşan kir ku eger welatên endam li ser vê erkê li hev nekin, dibe ku fikra avakirina "hevpeymaniyeke ji welatên amade" bê nirxandin.

Operasyona Aspidesê sala 2024an ji bo rêlibergirtina êrişên Hûsiyan dest pê kiribû.

Niha sê keştiyên şer ên Fransa, Yunanistan û Îtalyayê di vê operasyonê de cih digirin.

Helwesta Fransa û Amerîkayê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hefteya borî daxuyaniyek dabû.

Macron diyar kiribû ku Parîs û hevpeymanên wê ji bo vekirina wê rêya avî amadehiya erkekî "parastinê" dikin.

Macron soz daye ku ew bi şandina du keştiyên din ên şer, tevlîbûna Fransayê ya di Operasyona Aspidesê de zêde bike.

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump yekşemê bangî hevpeymanên xwe yên NATOyê kir û xwest ku ew di vekirina Tengava Hurmizê de alîkar bin.

Wî hişyarî da û got, eger NATO vê yekê neke ew dê rûbirûyî paşerojeke "gelekî xerab" bibe.