Li Deriyê Heretêlê ji ber şer tevgereke zêde heye
Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Heretêlê yê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê tevgereke zêde heye.
Şerê li Îranê ku 17 roj in didome bandoreke xerab li jiyana welatiyan kiriye.
Ji ber şer, li deriyê sînorî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de qelebalixiyeke zêde çêbûye.
"Pirsgirêka serekî înternet e"
Kesên ku derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibin, dibêjin ku pirsgirêka serekî înternet e.
Welatiyê Îranê Haparvîz Şakorî li ser rewşê got:
“Pirsgirêka xwarin û vexwarinê nîne, tenê pirsgirêka înternetê heye.
Ew jî di nav înterneta Îranê de ye. Pirsgirêka bankan heye lê înşelah ew jî dê çareser bibe.”
"Xelk ji bajaran koçî gundan dike"
Welatiyên Îranê dibêjin, kesên ku naçin derveyî welêt ji tirsa bombebaranan ji bajaran koçî gundan dikin.
Welatiyê bi navê Mihemed Ebdullahî jî wiha axivî:
“Şer bandoreke cidî dike, bombebaran heye.
Ne tenê li Şîrazê, li hemû Îranê bombebaran heye lê li Şîrazê rewş xerabtir e.
Li her dera Îranê pirsgirêk heye, ne tenê li bajarekî ye. Hinek direvin û hinek vedigerin.
Rewşa her kesî ne wekî hev e. Xelk diçe gundan çimkî dibêjin gund ewletir in, ne xeter in.”
Li sînor tedbîr hatin wergirtin
Di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de 3 deriyên sînorî hene.
Ew derî li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li navçeya Mehmûdiyê ya Wanê û li navçeya Geverê ya Colemêrgê ne.
Berpirsên Tirkiyeyê ragihand ku wan ji bo îhtimala hatina pêleke zêde ya koçberan tedbîrên pêwîst wergirtine.