Medyaya Îsraîlê: Mucteba Xamineyî li Moskowê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê ragihand ku Rêberê Olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî hefteya borî bi balafireke leşkerî ya Rûsyayê ji bo tedawiyê birine Moskowê.
Tê îdiakirin ku Mucteba Xamineyî di êrişa destpêkê ya ku bavê wî Elî Xamineyî tê de hatibû kuştin de birîndar bûye.
Tê îdiakirin ku Mucteba Xamineyî di êrişa yekem a 28ê Sibatê ya Amerîka û Îsraîlê de birîndar bûye ku Rêberê Olî yê Îranê yê 37 salan Elî Xamineyî tê de hatibû kuştin.
Îdiayên li ser tenduristiya Rêberê nû Mucteba Xamineyî ranawestin.
Xamineyî ji 28ê Sibatê ve bi ti awayî derneketiye pêşberî raya giştî.
Daxuyaniya wî ya yekem û dawî di roja 13an a şer de di televîzyona dewletê de hatibû weşandin.
Niha jî hat îdiakirin ku Xamineyî ji bo tedawiyê birine Rûsyayê.
Bi balafireke Rûsyayê hat veguhastin
Li gorî nûçeya i24Newsê ya ku li Îsraîlê weşanê dike, berpirsekî pilebilind ê nêzîkî Xamineyî ji medyaya Kuweytê re axivîye.
Hat diyarkirin ku Mucteba Xamineyî roja pêncşemê bi balafireke leşkerî birine Moskowê û li wir hatiye emeliyatkirin.
Dihat diyarkirin ku Rêberê Olî yê nû yê Îranê di êrişa yekem a ku bûbû sedema mirina bavê wî Elî Xamineyî de, ji lingên xwe birîndar bûye.
Li gorî nûçeyê, biryara veguhastina Mucteba Xamineyî ya Moskowê piştî axaftina bi telefonê ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan hatiye dayîn.
Her wiha hat îdiakirin ku ew metnê ku wekî daxuyaniya yekem a Mucteba Xamineyî hatibû ragihandin jî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî ve hatiye nivîsandin.