Peyama Newrozê ya Netanyahu: Îsal wateyeke taybet a vê cejnê heye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Newroz Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi boneya Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê ji bo gelê Îranê belav kir.

Netanyahu di peyama xwe de daxwaza “sala azadiyê” kir û bi Farisî got, “Newroz pîroz be.”

“Dê ronahî bi ser bikeve”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di destpêka peyama xwe vîdeoyî de bangî “gelê wêrek ê Îranê” kir û got:

“Wekî her sal, ez destpêkirina demsala cejnê ya ku bi Cejna Ronahiyê dest pê dike li we pîroz dikim.

Ev cejn baweriya kevnar a gelê Îranê nîşan dide ku dê ronahî li hemberî tarîtiyê û başî jî li hemberî xerabiyê bi ser bikeve.”

“Îsal wateyeke taybet a vê cejnê heye”

Netanyahu anî zimên ku îsal wateyeke taybet a vê cejnê heye û pê de çû:

“Vê cejnê bi heval, malbat û hezkiriyên xwe re pîroz bikin.

Ez vê derfetê bi kar tînim û Newrozeke xweş ji we re dixwazim, bila îsal bibe sala azadiyê.”

Peyama bi Farisî

Serokwezîrê Îsraîlê di dawiya peyama xwe de hêviya “destpêkeke nû û tijî hêvî” ji bo hemûyan xwest.

Wî peyama xwe bi zimanên Farisî bi dawî kir û got, "Newroz pîroz, payende Îran. (Newroz pîroz be, her bijî Îran)."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst