Tehran û Washingtonê dest bi dan û standinê kiriye?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tehran Washingtan Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên Amerîkayî eşkere kir ku di navbera Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Wittkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî de kanaleke peywendiyê ya rasterast hatiye vekirin.

Ev yek piştî destpêkirina şerê her du aliyan wekî hewildana ewil a ji bo diyalogê tê dîtin.

Malpera "Axios"ê ya Amerîkayê li ser zimanê berpirsekî Amerîkayê û çavkaniyeke agahdar ragihand ku Ebas Eraqçî zincîreyek name ji Steve Wittkoff re şandine.

Eraqçî di nameyên xwe de teqezî li ser mijara bidawîkirina şer kiriye.

Ev peywendiya fermî ya ewil e di navbera Tehran û Washingtonê de ku ji destpêkirina operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê ve hatiye kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ji rojnamegeran re ragihand ku Îraniyan peywendî bi Amerîkayê re danîne.

Donald Trump di berdewamiyê jî de got, "Ew dixwazin rêkeftinê bikin û bi mirovên me re diaxivin.

Kesên me hene ku dixwazin dan û standinan bikin lê ti fikreke me nîne ka ew kî ne yan desthilata wan a mohrkirina rêkeftinê heye yan na."

Trump her wiha amaje pê kir ku ji ber kuştina piraniya berpirsên payebilind û nezelaliya çarenivîsa Mucteba Xamineyî, ew nizanin ka kî li Îranê biryara dawî dide.

Li gorî zanyariyên Axiosê, Washingtonê daxwaza Îranê ya ji bo wergirtina "qerebûyê" wekî beşek ji rêkeftina aştiyê red kiriye.

Trump ji bo rêkeftinê amade ye ku rê bide Îran ducare tevlî cîhanê bibe û bi rêya firotina petrola xwe dahatê bi dest bixe.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkayê got, "Serok her tim ji bo rêkeftinê amade ye lê ji pêgeheke lawaz dan û standinan nake."

Li aliyê din, berpirsên Îranê red kir ku ew tevlî ti dan û standineke agirbestê ya bi îdareya Trump re bûne.

Tehran teqez dike ku ew agirbesteke demkî naxwaze ku rê bide Amerîka û Îsraîl hêzên xwe xurttir bikin, ew tenê rêkeftineke aştiyê ya mayînde dixwaze.

Piştî kuştina Elî Xamineyî û rûxandina piraniya binesaziya leşkerî ya Îranê, Washington Ebas Eraqçî wekî tenê kesê ku dikarin pê re xeber bidin dibîne.

Her wiha zanyarî dibêjin ku Eraqçî bi Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Elî Larîcanî re hevahengiyê dike ku niha wekî "serkirdeyê sîvîl ê defakto" yê Îranê tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst