Trump: Di navbera Îsraîl û Libnanê de dê guherîneke mezin çêbibe
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Libnanê de guherîneke mezin dê çêbibe.
Li gorî daxuyaniya Trump, serokên her du welatan dê piştî 34 salan dest bi gotûbêjan bikin.
Ev yek di demekê de ye ku Washingtonê mazûvaniya civîneke sêalî ya asta bilind kir.
Armanca vê civînê bidawîkirina şer û bandora Îranê ya li Libnanê ye.
Donald Trump doh li ser tora civakî Truth Socialê daxuyaniyek da û got:
"Em hewl didin hinekî bêhnê bidin rewşa navbera Îsraîl û Libnanê.
Demaeke dirêj e her du serokan bi hev re neaxivîne, nêzîkî 34 salan e. Sibe (pêncşemê) ew yek dê pêk were.”
Civîna saqolî ya li Washingtonê
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê roja sêşemê civîneke saqolî li Washingtonê li dar xist.
Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Balyozê Amerîkayê yê li Libnanê Michel Aoun, Balyozê Îsraîlê Yechiel Leiter û Balyoza Libnanê Nada Maawad beşdar bûn.
Ev hevdîtin wekî yekemîn gotûbêja fermî ya di navbera her du hikûmetan de ya ji sala 1993yan ve tê qebûlkirin.
Li gorî daxuyaniya fermî ya her sê aliyan, Washingtonê piştgiriya xwe ya temam ji bo plana hikûmeta Libnanê diyar kiriye.
Armanca vê planê vegerandina çekan ji dewletê re, bidawîanîna bandora Îranê ya li nav axa Libnanê û gihiştina bi rêkeftineke giştgîr a aştiyê ye ku ji çargoçeya peymana 2024an berfirehtir be.
Amerîkayê ragihand ku her cure peymana ji bo rawestandina dijminatiyê divê tenê bi navbeynkariya Washingtonê be.
Daxwazên Îsraîl û Libnanê
Îsraîlê di civînê de, xwest ku Hilbulah nemîne û hemû binesaziyên komên çekdaran bên hilweşandin da ku asayîşa welatiyên her du welatan bê parastin.
Libnanê jî di beramber de tekezî li ser serweriya temam û yekparçeyiya axa xwe kir.
Libnanê xwest tedbîrên şênber ji bo çareserkirina krîza mirovî ya welatê wan bên girtin ku ji ber şer rûbirûyî rûxanê bûye.
Gotûbêjên rasterast
Hemû alî li ser destpêkirina dan û standinên "rasterast" di dem û cihê ku hemû li ser hev bikin de li hev kir.
Amerîkayê soz daye ku ev proseya aştiyê dê bibe sedema şandina alîkariyên mezin û handana hilbirîna biyanî ji bo avakirina Libnanê.