CENTCOM: Me di 48 demjimêran de 10 keştiyên Îranê dan sekinandin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Tengava Hurmizê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku di maweyê 48 demjimêrên ewil ên dorpêça deryayî ya li ser Îranê de, wan karî 10 keştiyan neçar bikin ku vegerin benderên wî welatî û ji destpêka dorpêçê ve ti keştî derbas nebûye.

CENTCOMê li ser tora civakî Xê amaje bi wê yekê kir ku neh keştî bi hişyariyê vegeriyane lê keştiya dehem bi rêya keştiyeke şer a Amerîkayê ya mûşekhilgir bi zorê arasteya wê ber bi navxweyî Îranê ve hatiye guhertin.

Tevî daxuyaniya fermî ya artêşa Amerîkayê jî, amarên çavdêriya keştîvaniyê yên ku roja sêşemê hatin belavkirin, wêneyekî cuda nîşan didin.

Li gorî wan zanyariyan, herî kêm 3 keştiyên ku ji benderên Îranê bi rê ketibûn, karîne di Tengava Hurmizê re derbas bibin, her çend hinek ji wan paşê vegeriyabin jî.

Amerîkayê roja yekşema borî biryara dorpêçkirina benderên Îranê yên di nav Kendavê de ragihand, ev jî piştî wê yekê hat ku gotûbêjên aştiyê yên li bajarê Îslamabada Pakistanê bêyî ti rêkeftinekê bi dawî hatin.

Îranê li gel destpêkirina şerê Rojhilata Navîn ê di 28ê Sibatê de Tengava Hurmiz girtiye.

Washington niha bi rêya vê dorpêça deryayî dixwaze rê li Tehranê bigire ku sûdê ji ti cure bazirganiya deryayî wernegire, da ku wê neçar bike mercên atomî yên Amerîkayê qebûl bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst