XEZE - Îsraîlê dest bi operasyonekê kir: Tirkiyeyê bertek nîşan da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bertek nîşanî operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li Xezeyê da û ragihand ku ew operasyon “qonaxeke nû ya plana qirkirinê ye”.

Artêşa Îsraîlê li Xezeyê dest bi operasyoneke bejahî ya berfireh kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî operasyona Îsraîlê da.

Wezaretê di daxuyaniyê de da zanîn ku destpêkirina operasyona Îsraîlê ya li Xezeyê qonaxeke nû ya “plana qirkirinê” ye û bangî civaka navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna agirbestê berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Wezaretê diyar kir ku Xeze yek ji wan kêm cihan e ku xelkê wê piştî êrişên Îsraîlê dikare xwe lê bigire û zêdetirî milyonek Filistînî lê dijîn û got:

“Operasyona bejahî ya li Xezeyê dê komkujiyên heyî zêdetir bike, bibe sedema koçberbûna bi sed hezaran Filistîniyan û dê êşên wan kûrtir bike.”

Di daxuyaniyê de bangî civaka navneteweyî hat kirin û hat gotin:

“Destpêkirina operasyona bejahî di demekê de ku civaka navneteweyî ji bo pevguhertina dîl û girtiyan û gihandina alîkariyên mirovî hewl dide bigihêje agirbestê, careke din nîşan da ku Îsraîl agirbestê naxwaze.

Ji bo pêkanîna agirbestê, divê civaka navneteweyî û bi taybetî Komîteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Em dê di vê çarçoveyê de hevkariya xwe ya bi welatên ku rêzê li qanûnên navneteweyî digirin re bidomînin.”