Lêkirina dîwarê li ser sînorê Îraqê yê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re berdewam dike
Mûsil (Rûdaw) - Li ser sînorê Îraqê yê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re dîwarek tê lêkirin û Îraqê heta niha 250 kîlometre dîwar lê kiriye.
Sînorê Îraqê yê bi Sûriyeyê re di 20 salên borî de yek ji sînorên herî bi metirsî bû ji bo têkdana aramiya Îraqê.
Du sal in Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê bi rêya kargeheke leşkerî ya nobedarên sînorî dest bi çêkirina dîwarekî betonî di navbera Îraq û Sûriyeyê de kiriye.
Avdel Şemo yek ji wan leşkeran e ku li wê kargehê kar dike.
Wî û piraniya xelkê Şingalê ji destê DAIŞê ku bi ji sînorê Sûriyeyê derbasî deverên wan bûbûn, xemên giran û derdên mezin dîtine.
Lewra du sal in bê navber li wê kargehê kar dike da ku sînorê Sûriyeyê tundtir bikin.
250 km temam bûye
Fermandarê Lîwa Şeşem a Nobedarên Sînor a Nînowayê Yasir Hesen Temîmî jî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha 250 km hatiye çêkirin.
Bi gotina Yasir Hesen Temîmî hemû sînorê Îraqê yê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re ku 620 kîlometre ye bibe dîwarê betonî.
Yasir Hesen Temîmî got, “Ev dîwar li seranserê sînorê Nînowayê ye. Beşa wê ya li parêzgeha Nînowayê ku di bin berpirsyariya yekîneya me de ye, 250 kîlometre dirêj e û hatiye temamkirin.
Piştî vî dîwarî xendeqeke mezin û piştre jî rêbendeke axê heye ku sîstemeke parastinê ya bihêz pêk tînin.
Her wiha, di nav dîwarê betonî de derî hene ku ji bo çavdêrîkirin û parastina xendeq û berbesta ser sînor tên bikaranîn.”
Heta niha 30 milyar dînarên Îraqê lê hatine xerckirin.
Kargeha ewil a leşkerî ya çêkirina dîwarê betonê ya Îraqê li nahiyeya Rebîayê ya Nînowayê hatiye avakirin.
Sînorê Îraqê yê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re 620 kîlometre ye.
Du sal berê dest bi dîwarê betomî yê bi bilindahiya 3 metreyan hatiye kirin û heta niha ji nahiyeya Rebîayê heta nêzîkî Qaimê hemû hatiye lêkiirn.
Plana hikûmeta Îraqê ew e ku raneweste heta ku hemû sînorê xwe yê bi Herêma Kurdistanê ve jî di nav de, bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re dîwar bike.
"Her 10 kîlometre bi milyarek dînarî tê çêkirin"
Dîwar ji aliyê Hêzên Nobedar ên Sînorî ve tê çêkirin.
Eger sektora taybet çêkiriye dê ji bo kîlometreyekê 3 milyar dînar bihata xerckirin, lê ev dîwar bi rêya kargeheke leşkerî tê çêkirin û her 10 kîlometreyan milyarek dînarê Îraqê lê tê xerckirin.
Heta niha nêzîkî 30 milyar dînar lê hatine xerckirin. Ji bilî dîwarê betonê, hemû sînor bi rêya kamerayên bi pêşketî hatiye kontrolkirin.”
"Cara yekem e sînor bi vî rengî tê tundkirin"
Efserê Hêzên Nobedar ên Sînorî Sabit Elî jî got, “Zêdetirî 100 salî ye ev sînor di navbera Îraq û Sûriyeyê de hatiye danîn û cara yekem e ku Îraq bi vî rengî sînorê xwe yê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re tund dike."
#VÎDEO - Li ser sînorê Îraqê yê bi Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re dîwarek tê lêkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 15, 2025
🛑 Îraqê heta niha 250 kîlometre dîwar lê kiriye pic.twitter.com/MZ71sWC8Ly