Berdevkê PDKyê: Rewşa Îraq û herêmê têk çûye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê PDKyê Mehmûd Mihemed got, “Rewşa Îraq û herêmê têk çûye û pêşbîniya hejîneke mezin tê kirin.”

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, li ser rûdanên dawiyê yên li Îraqê daxuyaniyek belav kir.

Mehmûd Mihemed di daxuyaniya xwe de bangî aliyên siyasî kir ku ji bo Îraqeke nû bixebitin.

Berdevkê PDKyê destnîşan kir ku ji bo aramkirina rewşê divê hemû aliyên pêwendîdar berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

PDK bi dilgiranî li rewşa dawiyê dinêre

Mehmûd Mihemed diyar kir ku PDK bi awayekî dilgiran li rewşa dawiyê dinêre û pê de çû:

“Ji ber vê em pêwîst dibînin ku rewşa siyasî, ewlehî û egerên neçaverêkirî yên li herêmê li ber çavan werin girtin.”

Serokê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî ji erkê xwe hatibû dûrxistin.

Mehmûd Mihemed da zanîn ku dê ev yek “Aloziyan kûrtir bike” û got, “Biryara dadgeha federal a di derbarê dûrxistina serokê desthilata yasadanînê de, aloziyan zêdetir û kûrtir dike.”