Mîrê Kuweytê koça dawî kir

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Kuweyt Mîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sabah di 86 saliya xwe de koça dawî kir.

Serokê Encûmena Mîrnişîniyê Şêx Mihemed El-Abdulah El -Mubarek El-Sabah têkildarî mirina Mîrê Kuweytê Şêx Newaf daxuyaniyek da.

Serokê Encûmena Mîrnişîniyê Şêx Mihemed El-Abdulah ji televizyona fermî ya welatê xwe re nûçeya koça dawî ya Mîrê Kuweytê ragihand û diyar kir ku danê nîvro koça dawî kiriye.

Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sabah kî ye?

Şêx Newaf piştî mirina birayê xwe, Mîrê berê, Sabah el-Ehmed el-Cabir el-Sabah di 29ê Îlona 2020ê de, bû Mîrê Kuweytê.

Şêx Newafê ku zêdetirî 3 salan Mîr bû, di 25ê Hezîrana 1937an de li Kuweytê ji dayik bû.

Newaf sala 1962yan li bajarê Havaliyê yê başûrê paytexta Kuweytê, wekî parêzgar kar kir.

Newafê ku ji bo pêşketina bajarê ku birêvê dibir gelekî hewl da, sala 1978an wek Wezîrê Karên Navxwe dest bi kar kir.

Şêx Newaf sala 1988an wekî Wezîrê Parastinê dest bi kar kir, ji bo pêşxistina yekîneyên girêdayî Wezareta Parastinê û peydakirina hemû çek û alavên leşkerî yên modern hewl da.

Şêx Newaf piştî şerê Kuweytê yê rizgarkirinê ji dagirkeriya Îraqê di Hikûmeta Kuweytê ku Nîsana 1991ê hat damezrandin de bû Wezîrê Karûbarên Civakî û Kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst