Hewlêr (Rûdaw) - Li Yemenê 54 çekdarên Hûsiyan hatin kuştin û yek ji kuştiyan serkirdeyekî Hûsiyan e.
Balafirên şer ên Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistana Siûdî 54 çekdarên Hûsî yên şîe kuştine.
Li parêzgeha Sehda ya bakurê Yemenê wan belafiran 30 çekdar kuştin û hejmarek jî birîndar kirin.
Herwiha li parêzgeha Teiz a rojavayê Yemenê jî balafirên hevpeymaniyê li kombûneke wan çekdarên li dijî hikûmetê dan û 10 kes ji wan kuştin û 8 jî birîndar kirin.
Ji aliyekî din ve, hêzên ser bi hikûmetê, li parêzgeha Hefyan, cihên Hûsiyan dane ber rokêtan û di encamê de 3 çekdar ji wan kuştin û hejmarek jî birîndar kirin.
Herwiha wan hêzan karîbûn li parêzgeha Beyda jî 5 çekdaran û li parêzgeha Îbê jî 5 çekdarên Hûsiyan bikujin.
Hate ragihandin ku li Senhaya paytexta wî welatî berpirsekî Hûsiyan bi navê Beşar Mueyid ji aliyê hin çekdaran ve hate kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse