Li rojavayê Helebê teqe li serbazên Tirkiyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama teqeya çekdarên nenas de, serbazekî Tirkî li xaleke çavdêriyê li rojavayê Helebê birîndar bû.

Li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûrî, roja 17ê vê mehê, di encama teqeya çekdarên nenas de, serbazekî Tirkî li xaleke çavdêriyê li gundê Batbo rojavayê Helebê birîndar bû.

Roja 3ê vê mehê nêzîka bajarokê Mearret Misrîn li başûrê Idlibê jî, zirhîpoşeke Tirkî ji aliyê çekdarên nenas ve bi RBG hate armancgirtin.

Herwiha 7ê Kanûna 2020ê jî serbazekî Tirkî û 2 çekdarên ser bi Tirkiyê ve li xaleke çavdêriyê li bajarokê Ram Hemdan li bakurê Idlibê ji aliyê çekdarên nenas ve hatin birîndarkirin.

Xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê û Helebê di encama rêkeftina Putin-Erdogan a Soçî bo cîbicîkirina agirbestê hatine çêkirin.