Sûriye: Leşkerên Tirkiyê derbasî sînorê Efrîn, Amûdê û Çilaxa bûne
Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Sûriyê di daxuyaniyeke fermî de ragihand, ku leşkerên Artêşa Tirkiyê li sînorê çend bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, sînorê Sûriyê derbas kirine û derbasî nav axa wî welatî bûne.
Wezareta Derve ya Sûriyê di vê bareyê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku Artêşa Tikriyê sînorê hevbeş ê di navbera Sûriye-Tirkiyê derbas kiriye û li çend cihan ketiye nav axa wî welatî.
Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, nameyek ji Encumena Ewlehiya Navdewletî re şandiye û têde daye xuyakirin ku li nêzîkî Amûdê, Çilaxa û Efrînê hêzên Tirkiyê sînorê Sûriyê derbas kirine.
Di wê nameya Wezareta Derveya Sûriyê de ku ji serokatiya Encumena Ewlehiya Navdewletî û Sekreterê Giştî yê Netewyên Yekgirtî Antonio Guterres re hatiye şandin, daxwaz hatiye kirin, ku sînorek ji destwerdanên Tirkiyê re bihê danîn.
Wezareta Derve ya Sûriyê herwiha da xuyakirin, ku di van 2 mehên derbasbûyî de, hêzên Artêşa Tirkiyê çend caran li nêzîkî Amûdê, Çilaxa û çend deverên Efrînê sînor derbas kirine, û serweriya Sûriyê binpê kirine.
Wezareta navborî dibêje, Artêşa Tirkiyê li gundekî Til Refet yê girêdayê parêzgeha Helebê ya Sûriyê jî navendek ji xwe ava kiriye.