Êrişên li ser Tehranê zêde bûn û li Xuzistanê behsa êrişeke bejahî tê kirin

2 demjimêr berê
NASIR PÎROTÎ
Nîşan Şer Îran Xuzistan Êrişa Bejahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Doh zêdetir êrişî Tehranê hat kirin û li Xuzistanê gotegota êrişeke bejahî heye.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser baregehên ewlehî û leşkerî, saziyên hikûmetê û binesaziya aborî kêm bûne.

Ev cih li Rojhilatê Kurdistanê û herêmên din ên Îranê ne û êriş niha zêdetir li ser Tehranê tên kirin.

Roja duşemê (16ê Adarê) ji destpêka sibehê heta êvarê, bi dehan cihên li nav bajarê Tehranê bûn armanc.

Ew cih bi balafir, mûşek û dronan hatin bombebarankirin.

Li gorî agahiyên piştrastkirî, berbanga sibeha duşemê gelek cih hatine bombebarankirin.

Ev cih li derdora Balafirgeha Mehrabadê û çend tax û navçeyan in.

Ew tax û navçe ev in: Seyd Xendan, Êkbatan, Kolana Zerefşanê ya li Bajarokê Xerbê, Qada Şuheda, Kolana Pîrozî, Apadana, Tehranpars û derdora Qada Azadiyê.

Her wiha nîvroya duşemê jî bi tundî êrişî Tehranê hat kirin.

Li gorî wêne û vîdeoyên ku hatine belavkirin, dûmana reş bi temamî asmanê bajar girtiye.

Piştî nîvroya duşemê li gelek taxan êrişî gelek cihan hat kirin. Ew tax ev in: Pasdaran, Pûnek, baregeha polîsan a li Niyaweranê, Eqdesiye, Behar, Bajarokê Xerbê, Kamraniye, Peykanşehr, Munîriye, Hekîmiye, Narmek, Sefa û Beharistan.

Di wan êrişan de bi taybetî baregehên hêzên parastina asmanî, besîc û cihên mana hêzên Îranê bûn armanc.

Êrişên li Kolana Zerefşanê ya taxa Bajarokê Xerbê ziyaneke mezin çêkiriye.

Li wê derê li du avahiyên niştecihbûnê hatiye xistin. Ew avahî wekî avahiyên Supaya Pasdaran tên naskirin.

Her wiha li wî cihî ziyan gihiştiye şaxa duyemîn a bankekê jî.

Li otobana Baqirî ya Tehranê jî otomobîlek bi dronê bû hedef. Heta niha nasnameya kesên ku bûne armanc nehatiye eşkerekirin.

Li Qada Şuhedayê ya li rojhilatê Tehranê, cihê nobedariya fermangeha kehrebeyê hat bombebarankirin.

Berî bombebarankirinê hatibû ragihandin ku hejmarek ji hêzên ewlehiyê di wê fermangehê de hatine bicihkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku binesaziya leşkerî di nav wê fermangeha fermî de hatibû bicihkirin lewra wan ew der kiriye armanc.

Artêşê her wiha diyar kir ku wan roja duşemê li Tehranê navendek tune kiriye.

Desthilata Îranê ew navend ji bo bipêşxistina şiyanên xwe yên leşkerî û êrişên ser satelaytan bi kar dianî.

Li taxa Peykanşehrê ya li rojavayê Tehranê jî baregeheke besîcan hat bombebarankirin.

Beşeke mezin a hêzên Supaya Pasdaran û polîsan baregehên xwe yên fermî vala kirine.

Li gorî agahiyan, beşek ji hêzên Supaya Pasdaran li nav baregehên besîcan ên li taxan hatine bicihkirin.

Artêşa Îsraîlê şeva duşemê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em dê êrişên xwe yên dijî hêzên besîcê bidomînin. Ew hêz beşdarî çewisandina xelkê Îranê dibin."

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatîme Muhaceraniyê roja duşemê hinek amar belav kirin.

Li gorî wan amaran ji destpêka şer ve 61 hezar û 182 yekeyên niştecihbûnê û bazirganiyê yên sivîl bûne armanc.

Her wiha li nav bajarê Tehranê zêdetirî 18 hezar yeke rûxiyane an jî ziyan gihiştiye wan.

Êrişên li derveyî Tehranê

Xeyn ji nav bajarê Tehranê roja duşemê gelek cih hatin bombebarankirin.

Ew cih li ser rêya Tehran û Kerecê û li bajarên Tewrêz, Şîraz, Xumeyn, Bender Ebas û Bîrcendê bûn.

Li bajarê Şîrazê êrişî navenda fermandariya hêzên polîsan û baregeheke polîsan a li nav bajar hat kirin.

Balafiryên Amerîka û Îsraîlê ji şeva yekşemê heta sibeha duşemê herî kêm sê caran êrişî bajarê Xumeynê kir.

Rêxistina Heyva Sor a Îranê dibêje ku li nav bajarê Xumeynê êrişî dibistanekê hatiye kirin.

Li nav bajarê Erakê û gundekî derdora wê jî çend baregehên leşkerî û avahiyek hatin bombebarankirin. Erak navenda Parêzgeha Merkezî ye.

Ji destpêka şer ve li hemû dibistan û navendên xwendinê bêhnvedan e.

Li gorî gotina Artêşa Îsraîlê û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) hêzên Îranê li cihên sivîl bi cih bûne û ew hêz wan cihan ji bo armancên leşkerî bi kar tînin.

Li bajarê Teftanê yê Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê êrişî hêzên polîsan hat kirin.

Polîsên Sîstan û Belûçistanê ragihand ku komeke çekdar êrişî otomobîleke polîsan kiriye. Di encamê de 5 polîs hatine kuştin.

Xuzistan û êrişa bejahî

Piştî nîvroya duşemê li bajarê Xuremşehrê yê Parêzgeha Xuzistanê êrişî çend cihan hat kirin.

Roja yekşemê jî li Xuremşehrê êrişî hedefên leşkerî hatibû kirin.

Li aliyê din polîsên Xuzistanê roja duşemê daxuyaniyek da. Polîsan ragihand ku plana êrişên bejayî yên li ser saziyên ewlehî û leşkerî yên parêzgehê heye.

Navenda Ragihandinê ya Fermandariya Polîsên Xuzistanê diyar kir ku 3 kes hatine desteserkirin.

 Ew kes bi tohmeta plankirina êrişên li ser navendên ewlehî û leşkerî hatine desteserkirin.

Parêzgeha Xuzistanê dikeve rojavayê Îranê. Piranîya niştecihên parêzgehê Ereb in. Ew herêma xwe wekî "El Ehwaz" bi nav dikin.

Şer didome

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê û Artêşa Îsraîlê dibêjin ku ew dê êrişên xwe yên li nav Îranê bidomînin.

Tehran jî red dike ku wan daxwaza rawestandina şer kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja duşemê beşdarî civîna çapemeniyê ya berdevkê wezaretê bû.

êraqçî ji rojnamegeran re got: "Tehranê agirbest nexwestiye lê belê divê ev şer bi awayekî wisa bi dawî bibe ku ti carî ducare nebe."

Lê belê malpera Axiosê nûçeyek belav kir. Çavkaniyeke Amerîkayî ji Axiosê re ragihandiye ku Eraqçî ji bo rawestandina şer peyamek ji Nûnerê Taybet ê Trump Steve Witkoff re şandiye.

Şeva duşemê Biryargeha Xatemul Enbiyayê ya Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan pêleke din a mûşekan avêtiye Îsraîlê û baregehên Amerîkayê yên li herêmê.

Li aliyê din Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand, "Em bi berdewamî pêla êrişên asmanî dibin ser Îranê."

Artêşa Îsraîlê jî şeva duşemê ragihand ku ew dê êrişî hêzên Îranê bikin û destnîşan kir, "Ti cih ji bo hêzên Îranê ne parastî ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst