Îran: Tengava Hurmizê di pratîkê de girtî ye

2 demjimêr berê
Nîşan Tengava Hurmizê Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got, “Em naxwazin Tengava Hurmizê bigirin lê belê di pratîkê de girtî ye."

Mihemed Baqir Qalîbaf di hevpeyvînekê de ji medyaya welatê xwe re axivî û behsa şerê heyî kir ku ji 28ê Sibatê ve didome.

“Me zû bersiv da”

Qalîbaf li ser bandora “derbên giran” ên destpêka şer ên li dijî serkirdayetiya Îranê axivî.

Wî qebûl kir ku rewş dijwar e lê pesnê bersivdana bilez a artêşa xwe da û got:

"Di şerê borî yê 12 rojî de ji bo bersivdanê pêwîstiya me bi 15 demjimêran hebû.

Lê di vî şerê niha de, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar (Elî Xaminêyî), Wezîrê Parastinê, Sererkan û Fermandeyê Giştî yê Supaya Pasdaran şehîd bûn lê pergala me ya fermandariyê di kêmtirî 30 xulekan de dest bi pêkanîna erkên xwe kir.”

“Me zêdetirî 100 dronên wan xistin xwarê”

Serokê Parlamentoya Îranê li ser êrişên Amerîka û Îsraîlê jî destnîşan kir:

"Ew difikirin ku bi balafirên xwe yên bombeavêj dikarin saziyên me xera bikin lê belê ew nizanin ku me şêwe û nexşeya xwe bi temamî guherandiye.

Me bi bikaranîna teknolojiya xwe ya navxweyî zêdetirî 100 dronên wan xistin xwarê.

Dema ku mûşekek bi serikê teqîner ê 2 tonî digihe armanceke ku 2 hezar kîlometreyan dûr e, ev encama nûjeniya Îranê ye."

Rewşa Tengava Hurmizê

Tengava Hurmizê yek ji dosyayên herî hestyar ên şer e ku bi aboriya cîhanê ve girêdayî ye.

Qalîbaf li ser vê mijarê jî anî ziman, "Niyeta me tunebû ku em Tengava Hurmizê bigirin lê ji ber rewşê ev tengav girtî ye."

Bikaranîna asmanê welatên herêmê

Qalîbaf li ser bikaranîna asmanê welatên herêmê ya ji aliyê Amerîkayê ve ragihand:

"Divê em parastina xwe bikin. Ti niyeta me tune ku em êrişî welatên cîran bikin lê mafê me yê misoger e ku em wî dijminî bikin armanc ku ji wir êrişî me dike."

Bipêşketinên pergala parastina asmanî

Wî di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser pêşketinên pergala parastina asmanî ya welatê xwe.

Wî baweriya xwe bi teknolojiya leşkerî ya navxweyî nîşan da û got:

"Di vî şerê niha de, dronên dijmin çi qasî nûjen û bipêşketî bin jî tên dîtin û tên têkbirin.

Serokê Parlamentoya Îranê behsa guherînên stratejîk ên artêşa welatê xwe kir û pê de çû:

"Dîzayn û pergala platformên avêtina mûşekên me piştî şerê borî yê 12 rojî bi temamî hatine guhertin.

Bi vî awayî niha dijmin bi ti awayî nikare li wan bixe û wan tune bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst